Hevserok Bucak: Me ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan xebat kir

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya amadekariya Plana Stratejîk a 5 salan de bi yekemîn civîna "Koma Focus"ê bi nûnerên rêxistinên jinan ên sivîl re hat cem hev. Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ê budçeya ji bo xebatên jinan tên veqetandin zêde bikin û destnîşan kir ku ji bo xurtkirina îstîhdamê, navendên şêwirmendiya jinan û qada têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan xebat tên meşandin.

Xebata ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an dabû destpêkirin dewam dike. Xebatên ku di 6ê Hezîranê de li 17 taxên bajêr bi hevdîtinên cuda yên bi muxtaran re dest pê kir, li ber Şaredariya Bajarê Mezin bi "Rojên Gel" dewam dike, li gelek noqteyên navenda bajêr ji bo daxwazên welatiyan bên pêşwazîkirin stand hatin vekirin. Di çarçoveya xebatên Plana Stratejîk de, civînên "Koma Fokûs" ku di 1ê Tîrmehê de li Navenda Çand û Kongreyê bi saziyên sivîl re dest pê kir, wê heta 5ê Tîrmehê roja Înê bidome. Şaredariya Bajarê Mezin wê di meha Îlonê de xebatên xwe yên Plana Stratejîk biqedîne û bi raya giştî re parve bike.

Yekemîn civînên "Koma Fokûs" a li Navenda Çand û Kongreyê bi nûnerên saziyên jinan ên sivîl ên bajêr dest pê kir. Di civînê de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Cîgira Sekreterê Giştî Zerrîn Turk, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, Komeleya Çand û Wêjeya Jinan ya Huner û Wêjeyê (KASED), Komeleya Jinan ya Rosa, Şaxa KESKê ya Amedê jî amade bûn. Meclisa Jinan a Platformê, Pîşesazî û Bazirganiya Amedê, gelek nûnerên saziyên jinan ên sivîl, Meclîsa Jinan a Odeya Jinan (DTSO) û Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, beşdar bûn.

Hevserok Bucak: Em ê qada têkoşîna li dijî tundiyê xurtir bikin

Hevşaredar Bucak di vekirina civînê de axivî û bi bîr xist ku ji bo wan destpêkirina civînên Koma Focûs bi jinan re gelekî girîng e. Bucak destnîşan kir ku dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Amed dîsa bibe bajarê jinan û wiha dewam kir:

“Li ser hemû projeyên ku me di 8 salên dawî de nekarîn bikin, hemû xebatên nû û qadên ku em ê bi hev re bixebitin fikirîn, me got; Amed dê dîsa bibe bajarê jinan. Me ne tenê li ser projeyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 4 navçeyên navendî û navçeyên din ên derve, li ser xurtkirina îstîhdama jinan, xurtkirina navendên şêwirmendiya jinan û qada têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan lêkolînek kir."

'Zêdetir budçe ji bo xwendina jinan'

Bucak, bal kişand ku gelek jin ji saziyên cuda beşdarî civînê bûn û got ku ew ê bi fikr û ramanên xwe bigihin asteke ku Plana Stratejîk xurt bikin. Bucak da zanîn ku di rêveberiyên berê de ji sedî 58 ji bo rê û geşepêdanê dihat terxankirin, lê butçeya herî kêm ji bo polîtîkayên jinan dihat terxankirin û wiha got: "Em dixwazin di Plana Stratejîk a 2025-2029 de xebatekê bikin ku tê de bûdçeyeke zêde ji bo karûbarên civakî û jinan bêt veqetandin."

Jinan daxwazên xwe anîn ziman

Nûnerên saziyên sivîl ên jin jî di civînê de mafê axaftinê girtin û der barê pirsgirêkên jinan û çareseriyê de nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, bal kişandin ser girîngiya hevdîtinên Şaredariya Bajarê Mezin a der barê Plana Stratejîk de, ji Şaredariya Bajarê Mezin xwestin ku li dijî tundiya li ser jinan bi awayekî aktîf cih bigire.

'Divê ji jinan re derfetên kar bên dayîn'

Jinan destnîşan kirin ku hejmara stargehên jinan kêm e, daxwaz kirin ku ji bo stargehan bernameyên xurtkirinê bên pêkanîn. Jinan bi bîr xist ku xizanî pirsgirêkeke civakî ye, lê jin xizaniya zayendî kûrtir dibînin, jinan ji şaredariyê xwest ku di çarçoveya protokolên hevpar ên bi rêxistinên kardêr ên bajêr re hem ji bo jinan derfetên pîşeyî û hem jî kar peyda bike.

'Divê şaredarî li dijî tundiyê torekê ava bike'

Nûnerên STK’ê yên ku xwestin li taxan navendên tenduristiyê yên jinan bên avakirin û der barê tenduristiyê de agahiyên pêwîst bên dayîn, ev daxwazên xwe anîn ziman: “Divê şaredarî li dijî tundiya li ser jinan toreka şîdetê ava bikin û xizmetguzariya veguhestinê bi hêsanî pêşkêş bikin. Ji bo têkoşîna li dijî bikaranîna narkotîkê divê hin navend bên avakirin. Divê vekirina kreşên li cihên kar bê berfirehkirin. Divê li navçeyên navendî şorbe û kargehên nan bên vekirin. Malên gund ên ku dê perwerdehî û pisporiya pîşeyî bidin jinan bên avakirin, bi vî awayî hilberînê zêde bikin û jinan tevlî jiyana karsaziyê bikin. Divê pirtûkxaneyên jinan bên avakirin.”

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30