DÎSKÎ: Li Amedê serfkirina ava vexwarinê zêde bû

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Şerîfoglû, diyar kir ku li tevahiya bajêr di navbera Gulan-Hezîranê de li gorî heman heyama par zêdebûneke mezin di warê serfkirina avê de çêbûye û di mijara parastina avê de hişyarî da.

Midûrê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) Mehmet Şerîfoglû, diyar kir ku li gorî zêdebûna nifûs û aboneyan pêdiviya bajêr bi avê re roj bi roj zêde dibe.

Şerîfoglû, da zanîn ku di sala 2023an de hejmara aboneyên DÎSKÎyê 483 hezar û 666 bû û di sala 2024an de ev hejmar derket 503 hezar û 315an û wiha got: “Ligel zêdebûna nifûsa Amedê, germahiya rojên dawî ya zêde jî hatiye ser, ligel vê bikaranîna avê li derveyî herêmê, hejmara aboneyan di meha Gulan-Hezîranê de wek salên berê ye. Di Gulana sala 2023an de xerckirina avê 7 milyon û 600 hezar metrekup bû, di Gulana 2024an de jî xerckirina avê gihişt 8 milyon û 182 hezar metrekupî. Di dema ku di Hezîrana 2023an de 8 milyon û 740 hezar metrekup bû, di Hezîrana 2024an de rekora bikaranîna avê bi 9 milyon û 55 hezar metrekup hat şikandin."

Şerîfoglû diyar kir ku her çend tenê meha ewil a havînê ye, lê li gorî Hezîrana borî vexwarina avê di asteke rekorê de zêde bûye û ev reqem dê di mehên pêş de hê zêdetir zêde bibe û ger bergiriyek li vî awayê mezaxtina avê neyê kirin divê hin tedbîr bên girtin.” 

'Em xebatên xwe bi baldarî dewam dikin'

Şerîfoglû destnîşan kir ku ji bo rê li ber bikaranîna ava vexwarinê ji bo mebestên din bê girtin, xebatên xwe bi baldarî didomînin û wiha got: “Ji ber avdana rez, bax û baxçeyan di mehên havînê de li tevahiya bajêr mezaxtina avê zêde dibe. Tîmên me xebatên xwe didomînin da ku welatî di gihandina ava vexwarinê de mexdûr nebin û çavkaniyan bi bandortir bikar bînin. Divê welatî bi taybetî li gundan di warê bikaranîna ava vexwarinê ya ji bo avdana rez û baxçeyan de hestiyar bin."

'Heman hewcedarî bi kêm av jî dikarin bên bicihanîn'

Şerîfoglû aşkere kir ku ji bo parastina ava ku çavkaniyeke bi sînor e, bi zanebûn bikaranîna avê wek adet xwedî girîngiyeke mezin e û got ku bi çend tedbîrên pratîkî heman hewcedarî bi ava gelekî kêm re jî pêk tê.

Rêbazên teserifê

Şerîfoglu hin rêbazên xwe yên teserifê wiha rêz kir: “Divê kaniyên li malê dilop dikin bên temîrkirin. Wesayît divê bi ava ku di satilê de hatiye şuştin, ne bi kulmekê. Divê firaxşuştin û makîneyên şûştinê neyên xebitandin heya ku bi tevahî neyên barkirin. Divê pergalên nû di şemal û serşokên ku herikîna avê kêm dikin lê zexta avê zêde dikin de werin bikaranîn. Sewze û fêkî divê di taseke tijî av de bên şûştin. Divê di tuwaletan de, nemaze li cihên kar, mislix vekirî neyên hiştin."

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30