Li Kampa Ciwanan a Gezînê xebatên paqijkirin û nûkirinê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Kampa Ciwanan a Gezînê ya li qeraxa Gola Hezarê, ku berê bi destê qeyûman ve dewrî Wezareta Ciwanî û Sporê hatibû kirin û paşê bi biryara Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin paşve hatibû paşde standin, dest bi xebatên paqijkirin û nûkirinê kir.

Kampa Ciwanan a Gezînê a li Navçeya Madena Elezîzê ya di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de ye, beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ji aliyê qeyûm ve dewrî Wezareta Ciwanî û Sporê hate kirin. Piştî hilbijartinê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi biryara meclîsê ev biryar betal kir û tesîs paşve girt.

Xebat dê di navbera 1-7ê Tîrmehê de bên kirin

Piştî biryarê ekîbên Şaredariyê dê di navbera 1-7ê Tîrmehê de li kampê xebatên paqijkirin û nûjenkirinê bimeşînin.

Di çarçoveya xebatan de yekîneyên dermanên kêzikê yên girêdayî Midûriyeta Karên Tenduristiyê li dijî mêşên reş, kelmêş, kêzik, dûpişk û maran derman hatin reşandin.

Tesîs dê 3 rojan girtî bimîne

Piştî xebata dermankirinê, ji bo welatî nekevin bin bandora dermanan û ji bo parastina tenduristiya gel, tesîs bo 3 rojan hat mohrkirin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30