18 hezar û 635 dekar erd ji bo geşepêdana gundan avî dibe

Bi projeyên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li taxên gundewarî bi pêş dixe, li 9 navçeyan qadeke 18 hezar û 635 dekar erdê dêm wê avê bibe ser. Li 29 taxên gundewarî 5 hezar û 67 cotkar dê ji xebatên ku di mehên havînê de tên kirin ji bo pêşîgirtina li pirsgirêka avê sûd werbigirin.

Midûriyeta Xizmetên Gundan xebatên xwe yên ji bo pêşxistina çandinî û sewalkariyê didomîne. Ekîbên girêdayî Serokatiyê ji bo ku avê li seranserê bajêr bi awayekî bikêrhatî bi kar bînin, avê bînin erdên tî û dêm û di mehên havînê de hewcedariya heywanan a avê peyda bike projeyan çêdikin.

Qadeke 18 hezar û 635 dekar li 9 navçeyan wê derava avdanê çêke

Di çarçoveya projeyan de li Çermûg, Çangûş, Pîran, Erxanî, Henê, Hezro, Karaz, Pasûr û Liceyê bi tevahî 18 hezar û 635 dekarî dê erd avî bibe. Bi qedandina xebatê re wê li navçeyan hilberîna çandiniyê û cihêrengiya berheman zêde bibe.

5 hezar û 67 cotkar dê ji kanî û bêrmên avdanê sûdê wergirin

Li gorî xebatê li Çermûgê 1916, li Çangûşê 988, li Pîranê 270, li Erxeniyê 358, li Henê 300, li Hezroyê 55, li Karazê 300, li Pasûrê 825 û li Licê 55 hezar û 67 cotkar derfeta bi hêsantir gihîştina avê dê bi dest bixin.

14 bêrm dê bên nûkirin, 13 bêrmên nû dê bên çêkirin

Ekîbên ji bo destekkirina cotkar û sewalvaniyê li daxwaz û pêşniyazên welatiyan guhdarî bikin, li navçeyên Baxlar, Bismil, Çermûg, Çinar, Gêlê, Hezro, Licê, Farqîn û Sûrê 14 bêrmên avdanê dê bên temîrkirin û çakkirin. Her wiha li navçeyên Çermûg, Çinar, Pîran, Erxenî, Henê, Pasûr û Sûrê 13 bêrmên nû tên çêkirin.

Xweza tê parastin, hilberîn zêde dibe

Serokê Daîreya Xizmetên Gundan Velat Ozer, diyar kir ku ew di xebatên xwe de girîngiyê didin parastina xwezayê û wiha got: “Em xebatên ku hatine kirin bi giştî dinirxînin. Ji ber vê yekê em bi rêbazên nûjen li gorî daxwazên welatiyên gundan projeyan çêdikin û bi vî awayî tevkariyê li pêşketina gundan dikin.”

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30