Hevserok Hatun: Em hewl didin bi hev re siberoja bajêr plan bikin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun ku bi nûnerên saziyên sivîl re hate cem hev, diyar kir ku di çarçoveya amadekirina Plana Stratejîk a 5 salan de bi lidarxistina civînan hewl didin bi hev re siberoja bajêr plan bikin.

Xebata ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an dabû destpêkirin berdewam dike. Xebata ku ji 17 navçeyan bi civînên keyayan dest pê kir û bi standên "Rojên Gel" ên li cihên cuda yên navenda bajêr û li ber Şaredariya Bajarê Mezin dewam kir, bi civînên "Koma Fokûs" dewam dike.

Duyemîn ji civînên "Koma Fokûs"ê ya ku li Navenda Çand û Kongreyê bi nûnerên saziyên sivîl re hat lidarxistin, bi sernavê "Ekolojî, aboriya herêmî û çandinî" hat lidarxistin. Di civînê de Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Alîkara Sekreterê Giştî Zerrîn Turk û Reşat Bakan û nûnerên Komeleya Ekolojiyê, Odeya Endezyarên Madenê, Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê ya Şaxa Xizmeta Çandinî û Daristanan (TARIM ORKAM-SEN), Odeya Endezyarên Çandiniyê, amade bûn û herweha nûnerên Odeya Endezyarên Elektrîkê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), Odeya Bajarvanan, Odeya Çandiniyê ya Yenîşehîrê û nûnerên gelek saziyên sivîl beşdar bûn.

Hevserok Hatun: Em dixwazin xebatên ku dikarin Plana Stratejîk ronî bikin plan bikin

Di vekirina civînê de Hevserok Dogan Hatun axivî û diyar kir ku di çarçoveya amadekirina Plana Stratejîk a 5 salan de bi lidarxistina "Civînên Koma Fokûs" hewl didin bi hev re siberoja bajêr plan bikin. Hatun, diyar kir ku ji bo nîqaşkirina "Çi dikare were plankirin, çi dikare were çêkirin, çi dikare were hilberandin, pirsgirêkên sereke yên bajêr çi ne" hatine cem hev, destnîşan kir ku ew dixwazin xebatên ku Plana Stratejîk a 5 salan ronî dike, plan bikin.

'Em ê li cihê ku em ji dayik bûne razî bin'

Hatun da zanîn ku cîhan di warên ekolojî û aborî de di nava krîzê de ye û got, “Mixabin em bi awayekî parçebûyî beşdariya xwe dikin. Di pêvajoya hilbijartinê de çend sloganên me hebûn. Yek ji wan jî 'Em ê li cihê ku lê ji dayik bûne têr bibin' Mijara sereke ya vê yekê ew e ku çandinî, aboriya xwecihî û avê li tevahiya bajêr belav bikin. Divê em hemû pêkhateyên bajêr, bi taybetî geşepêdana gundan, tevlî xebatên ku bi mantiqa kooperatîfan bên kirin, bikin."

Hatun bal kişand ser girîngiya geşepêdana gundan û wiha got: "Dema ku em aboriya xwe ya herêmî plan dikin, em hewl didin ku bi polîtîkayên ku dê aboriya me ya herêmî xurt bike û bêtir peyda bike, pergalek ku tê de ‘li cihê ku lê ji dayik bûne têr bibin’ birêxistin bikin û vê bi pêşketina gundan pêk bînin."

'Divê av rast bê bikaranîn'

Hatun bal kişand ser pirsgirêkên bi rêvebirina avê û got ku plansaziya nebaş a avê û bikaranîna nebaş a avê metirsiyê li ser ava vexwarinê çêdike. Hatun diyar kir ku ji bo 3 welatan girîngiya Çemê Dîcleyê heye û destnîşan kir ku bi xebatên plankirî divê bikaranîna rast a avê veguhere çandekê.

Nûnerên STKê: Divê kooperatîf bên bipêşxistin

Nûnerên saziyên sivîl ên beşdarî civînê bûn jî daxwazên xwe anîn ziman. Nûnerên saziyên sivîl ji bo li hin taxan daxwaza avakirina Herêma Pîşesaziya Organîze ya Ajaldariyê ya Bi Ser Çandiniyê ji şaredariyê kirin, diyar kirin ku divê piştgiriya cotkarên ciwan ên gundan bê kirin, divê welatî der barê hilberîna berhemên nûjen ên di çandiniyê de bên agahdarkirin, veberhênan bên kirin, pêşxistina sewalkarî, navendên komkirina şîr bên avakirin, kooperatîf bên bipêşxistin.

Piştgiriya cotkaran

Nûnerên saziyên sivîl, diyar kirin ku divê cotkar li gel xizmetên şêwirdariyê bên destekkirin û ev pêşniyar kirin: “Dema plansaziya avedaniyê tê kirin divê mêrg û zeviyên çandiniyê li ber çavan bên girtin. Divê li qadên mêrg û şîpir bi hevkariya çandiniyê projeyên pêşketinê hebin. Divê qadên wekî Bazara Organîk bên avakirin. Gundên hatine vegerandin divê bi projeyên binesazî û çandiniyê bên destekkirin. Divê şaredarî bi alavan piştgiriyê bide cotkaran. Divê hilberîn û belavkirina şitlan bê kirin.”

Divê enerjiya nûjen bê teşwîqkirin

Nûnerên rêxistinên sivîl xwestin ku enerjiya nûjen bê teşwîqkirin û destekkirin, kaniyên qûmê yên li Çemê Dîcleyê ku tevî dema lîsansa wan qediyaye jî bên girtin.

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30