Civînên Plana Stratejîk a Şaredariyê dewam dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo amadekirina Plana Stratejîk a 5 salan bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl, du civînên cuda li dar xistin.

Xebata ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an dabû destpêkirin dewam dike. Civînên sêyemîn û çaremîn ên "Koma Fokûs"ê ku li Navenda Çand û Kongreyê bi nûnerên saziyên sivîl re hatin lidarxistin, bi sernavên "Dewlemendiya çandî" û "Zarok û ciwan" hatin lidarxistin. Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Zerrîn Turk û Reşat Bakan beşdarî civînan bûn, Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), MA Muzîk, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Pîr Sultan Abdal, Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê (DTSO), Amedspor, Komên alîgirên Amedsporê, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EGÎTÎM SEN), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Înîsiyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê (DER-MEZ), Weqfa Koçberî û Alîkariya Mirovî, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê, Navenda Mafên Zarokan, Komeleya Pêşî Zarok, Federasyona Pêkhateyên Astengdaran, Komeleya Hêviyên Rengîn, Federasyona Klûbên Sporên Amator ên Amedê û nûnerên gelek saziyên sivîl beşdar bûn.

'Em ji bo plana stratejik civiyan'

Alîkara Sekreterê Giştî Zerrîn Turk di rûniştina "dewlemendiya çandî" de axivî û spasiya beşdaran kir û diyar kir ku ji bo Plana Stratejîk a 2025-2029an li vir civiyane. Turk weha got, "Em ê bi pêşniyarên we plansaziya xwe ya stratejîk amade bikin ku polîtîkayên çand û hunerê divê çawa bin, em li kîjan rêyê bimeşin û xebatên çawa bimeşînin."

Turk bal kişand ser girîngiya çand û hunera ku ji hebûna mirovatiyê heta niha heye û ziman ku rêya herî girîng a ragihandinê ye û wiha got: “Çand, huner û ziman ji bo gelên li Mezopotamyayê dijîn, pêwîstiya sereke ne. Em her tim di bin zext û polîtîkayên asîmîlasyonê de ne."

'Pêşniyarên we dê rê li ber me veke'

Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan di rûniştina "Zarok û Ciwanan" de axivî û diyar kir ku ew di çarçoveya Plana Stratejîk a 5 salan de bi hev re ne û got, "Em hêvî dikin ku hûn hem bi pêşniyar û hem jî bi ramanên xwe tevkariyê li plansaziya me bikin. Ev alîkarî dê ji me re rê veke û rêya me ronî bike."

'Di warê çand û ziman de divê Amed bê bipêşxistin'

Nûnerên saziyên sivîl ên ku beşdarî civînan bûn jî daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman. Nûnerên saziyên sivîl, diyar kirin ku divê destekê bidin formasyonên di warê çand û turîzmê de û wiha gotin: “Ji bo welatiyên dezavantaj li taxan çalakiyên çand û hunerî bên lidarxistin. Divê Konservatuara Aram Tîgran ji nû ve bê aktîfkirin û festîval bên lidarxistin. Divê li gundên mezin pirtûkxane û navendên çandê bên avakirin. Amed di warê çand, gastronomî û zimanî de divê were pêşandan. Divê Plana Çalakiyên Çandî ya Amedê bê çêkirin.”

'Divê Daîreya Mafên Zarokan bê avakirin'

Nûnerên saziyên civaka sivîl ku ji bo zarok û ciwanan jî pêşniyar kirin, daxwaz kirin ku tesîs bên çêkirin û ciwan ji bo qadên werzîşê bên arastekirin. Hin daxwazên nûnerên STK’ê jî wiha ne: “Divê meydanên taxan bên avakirin, Zarokîstanên ku xizmeta kreşan didin bên aktîfkirin û berfirehkirin. Divê rêxistinên sivîl li dijî tiryakê têbikoşin. Divê Meclîsên Zarokan bên avakirin, Navendên Jiyana Zarokan û Daîreya Mafên Zarokan bên avakirin.”

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30