Ji bo 'bajarekî paqij' li kolan û bulvaran gilêşdank tên danîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya ku da destpêkirin de, li navenda bajêr di demarên sereke de li qadên gilêşdankên wir şikestî û windabûyî hezar gilêşdankên nû danîn.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya 5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê de bi şîara "Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim" hatiye destpêkirin, li 136 kuçe û kolanan li demarên sereke li şûna gilêşdankên şikestî yan jî windabûyî yên nû bi cih dike. 

Ekîban ewil li ser Cadeya Gazî ya navçeya Sûrê ya dîrokî gilêşdankên nû danîn. Di çarçoveya xebatê de ekîb daxwazên welatiyan jî dinirxînin û li hemû qadên ku pêwîstî pê heye gilêşdankan datînin.

Gilêşdank tên nûkirin

Di çarçoveya xebatên ku ji bo ku bajar bibe bajarekî paqijtir û jêhatîtir bi xizmetên paqijiyê tên kirin de, li cihên ku gilêşdank winda ne, şikestien an jî berê nehatine bicihkirin, gilêşdankên nû li kuçe û bulvaran tên danîn. Li Bulvara Mehabadê, bi taybetî li ser rêyên meşê û li ser daxwaza zêde ya gel, hemû gilêşdankên berê bi yên nû tên guhertin.

Daxwaza hişmendiya bajarekî paqij

Tîmên Şaredariyê ji welatiyan xwest ku piştgiriyê bidin kampanyaya paqijiyê, ekîban tekez kirin ku ji bo bajarekî paqijtir û bijûntir divê gilêş û zibil di dema xwe de bên pakkirin û bo gilêşdankan bên avêtin.

 

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31