Amadekirina Plana Stratejîk: Rêveberiya karesatan

Nûnerên saziyên sivîl ên ku beşdarî civîna Plana Stratejîk a bi sernavê "Xebat û Rêveberiya Karesatan" bûn, der barê amadekariya karesatan, destwerdan û pêvajoya başbûnê de daxwaz û pêşniyazên xwe anîn ziman.

Xebatên koma fokûsê yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an dabûn destpêkirin, dewam dikin. Pêncemîn civînên "Koma Fokûs"ê ku li Navenda Çand û Kongreyê bi nûnerên saziyên sivîl re hatin lidarxistin, bi sernavê "Xebat û Rêveberiya Afatan" bi dawî bû. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ozgur Yildiz, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EGÎTÎM SEN), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), Odeya Tabîban a Amedê, Odeya Veterîneran, Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Herêmî (TUM BEL-SEN), Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî, Komeleya Rêveberiya Afatan û Piştevaniyê (DMS) û nûnerên gelek saziyên sivîl beşdar bûn.

'Divê şaredarî û rêxistinên sivîl bi hev re tevbigerin'

Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz di civînê de axivî û bi bîr xist ku ji bo amadekirina Plana Stratejîk a salên 2025-2029an hatine cem hev û spasiya nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî kir ku tevkariya civînê kirine. Yildirim diyar kir ku li şaredariyên mezin avakirina Daîreya Karên Afatan mecbûrî ye û destnîşan kir ku divê saziyên sivîl û rêveberiyên herêmî di amadekariya bobelatê û qonaxên paşê de bi hev re tevbigerin. Yildiz, da zanîn ku ew dixwazin ji zanîn û ezmûna xwe ya bi rêxistinên sivîl re piştgirî bikin û wiha got, "Me nêrînên we li ber çavan girtin û em ê bixin nava Plana xwe ya Stratejîk."

'Em ê xebatên zanistî bikin'

Serokê Daîreya Karûbarên Afatan Murat Emînoglu jî diyar kir ku wan di amadekirina Plana Stratejîk de prensîba tevlêbûnê esas girtine û got, “Der barê amadekariya bobelatan, destwerdana di dema karesatê û piştî karesatê de, sernavên me yên sereke hene. Nêrîn û pêşniyarên we yên li ser van mijaran ji bo me pir girîng in. Ji ber erdhejên 6ê Sibata 2023an me gelek ziyanên canî, malî, civakî, derûnî û aborî dîtin. Ligel wêranbûna ji ber karesatên bi vî rengî, em ê li ser karesatên li welatê me û bi taybetî li bajarê me, bibin xwedî lêkolînên cidî yên zanistî."

Di civînê de Emînoglu xebatên Midûriyeta Karên Afatan jî vegot û der barê Navenda Koordînasyona Afatê ya ku li bajêr bê avakirin de agahî da.

'Divê Plana Çalakiya Afatan bê çêkirin'

Di civînê de nûnerên saziyên civaka sîvîl pêşniyaz û daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê beriya erdhej û felaketên muhtemel di warê destûrên lîsansê de jî tedbîr bên girtin. Hin daxwazên nûnerên rêxistinên sivîl ên ku dixwazin li bajêr lêkolîna xetereya karesatê bê çêkirin ev in: “Divê ti avahiyek bêyî destûra endezyarî û mîmariyê neyê çêkirin û bo çêkirina wê jî destûr neyê dayîn. Divê Plana Çalakiya Afatan bê çêkirin. Divê hemû avahiyên li bajêr zirar dîtine û zirar nedîtine bên kontrolkirin. Divê li gundan yekîneyên vemirandina agir bên avakirin.”

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30