Şaredarî ji bo diyarkirina rewşa civakî lêkolînên meydanî dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo diyarkirina rewşa civakî ya welatiyan lêkolînên meydanî dike.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Alîkariyê ya Daîreya Xizmetên Civakî, di çarçoveya xebatên tesbîtkirina rewşa civakî de ji bo nirxandina bang û sepanên ku li xeta piştgiriyê ALO 153 hatine kirin, mal bi mal digerin.

Ekîb di çarçoveya xebatên nirxandina rewşa civakî de li pirsgirêk û daxwazên malbatan guhdarî dikin. Piştî nirxandinan ji bo hewcedariyên malbatan bên dabînkirin paketên xwarinê û kartên alîkariyê tên belavkirin.

Di 15 rojan de 623 malbat hatin girtin

Ekîban di berdewamiya lêkolînên xwe yên meydana nirxandina civakî de 268 kartên alîkariyê û 355 pakêtên xwarinê dane malbatên ku ji Cejna Qurbanê vir ve nirxandina rewşa wan a civakî hatiye kirin.

Midûriyeta Şaxa alîkariyê ya ku di 15 rojan de gihîşt 623 malbatan û piştgirî da wan.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30