Hevşaredar Bucak: Em dixwazin plansaziyeke yekpare ya herêman çêbikin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di civîna "Koma Fokûs"ê ya ku bi sernavê "Bajarvanî" hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku ew dixwazin plansaziyeke yekpare û domdar a li gorî hewcedariyên bajêr a herêman çêkin û wan dest bi xebata Master Plana Veguhastinê ya nû kirine.

Civînên "Koma Fokûs" ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029an hatiye destpêkirin li Navenda Çand û Kongreyê dewam dikin. Civîna şeşemîn a ku bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl û odeyên pîşeyî hat organîzekirin, bi sernavê "Bajarvanî" hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, nûnerên Lijneya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Odeya Mîmaran, Odeya Endezyarên Çandiniyê, Odeya Endezyarên Makîneyê, Odeya Plansazên Bajêr, Odeya Mîmarên Peyzajê, Endezyarên Nexşeyan, Odeya Endezyarên Jeolojiyê, Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), Komîsyona Parastina Jîngeh û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Muteahîdên Înşaatê, Nûnerên Komeleya Parastina Çandî û Xwezayî ya Amedê, Komeleya Ekolojiyê, Weqfa Çand û Piştevaniyê ya Pêşvebirina Amedê (DÎTAV), Federasyona Pêkhateyên Bê Asteng, Komeleya Şopandina Koçberî û Lêkolînê ya Mezopotamyayê, Weqfa Koçberî û Mirovî, Koma Bisiklêtan a Jinan, Komeleya Jiyana Nû, Klûba Bisîklet û Xwezayê ya Dîcleyê û serokên beşên pêwendîdar û rêveberên şaxan beşdarî vê civînê bûn.

Hevşaredar Bucak: Avakirina derqanûnî di nava 8 salan de gihiştiye asteke mezin

Hevşaredar Bucak di vekirina civînê de axivî û diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin civînên "Koma Fokûs" û got ku ew gelekî mifadar in. Bucak, diyar kir ku di warê xebatên geşepêdanê de li bajêr divê çend tişt bên zanîn û destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka herî girîng jî înşaeta qaçax e. Hevşaredar Bucak wiha got: “Helbet înşaetên bêdestûr pirsgirêka rêveberiyên me yên herêmî bû û divê em îro li vir bi pêşkêşkirina vê xwerexnekirinê dest pê bikin. Ev mijar bû ku şaredariyên navçeyan û Şaredariya Bajarê Mezin bi helwesteke hevpar pêş bixista û bi pêvajoya qeyûman a 8 salên dawî re, avahî û kontrolên derqanûnî gihiştin asteke mezin."

Bucak, anî ziman ku înşaeta qaçax di heman demê de dibe sedema pirsgirêkên binesaziyê, av û çûnûhatinê jî û wiha got: "Ji eydê û vir ve hem bi DÎSKÎ û hem jî bi yekîneyên xwe yên din re ji bo ku li gelek deverên bajêr guh bidin pirsgirêkên gel, têkildarî înşaeta qaçax û pirsgirêkên ku pê re peyda dibin û ji bo helkirina van pirsgirêkan em ketin nava vê pîkolê.”

'Em ê pêşniyarên Plana Stratejîk binirxînin'

Bucak destnîşan kir ku midaxeleyên ji nişka ve tenê dikarin ji pirsgirêkên lezgîn re bibin bersiv, Bucak aşkere kir ku ew dixwazin plansaziyeke pêşkeftinê ya yekgirtî û domdar çêbikin. Bucak diyar kir ku ew ê di civînê de pêşniyazên ji bo plansaziya stratejîk a 5 salan û plansaziya herêman binirxînin.

'Em ji bo çareseriyê gavan diavêjin'

Bucak got ku ew pirsgirêkên çûnûhatinê yên giştî û herêmkirina bêrêkûpêk a li bajêr ji înşaetên qaçax venaqetînin û wiha got: “Her çendî li bajêr ji bo avakirineka bê kontrol destûr hatiye dabîn jî, rexmî wê qet neketiye serê rêveberiya qeyûman ku der barê Master Plana Veguhastinê de tu gavekê bavêje. Dema ku me desthilata xwe paşve stand, me dît ku hema nîvê fîloya me ya otobusan bê wec û bêkêr bûye. Me dît ku temîr û tsaxtiya wan nehatiye kirin û ku lênihêrîn û tamîrkirin daye ber bextê fîrmayeke nêzî xwe û çerxeke wisa raçandine. Em gavan diavêjin da ku atolyeyên xwe ava bikin, ji bo ku kare temîrkirinê serbixwe bêt meşandin, û vî barî ji bin kontrola hin fîrmayên taybet derxin."

'Divê projeya tramwayê bi cih were'

Bucak bi bîr xist ku piştî wan dest bi wezîfeyê kiriye, wan bi şofêrên otobusan re hevdîtin kirine û ji bo çareseriya pirsgirêkan dest bi lêgerînê kirine û destnîşan kir ku ew ê li gel plansaziya stratejîk xebatên din bi taybetî jî perwerdehiyê di vî warî de bidin. Hevserok Bucak axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêdiviya vî bajarî dîsa bi plansaziyeke sereke ya veguhestinê heye. Li ser vê yekê me bi saziyên sivîl re dest bi xebatên xwe kir. Pêwîst e ev bajar projeya sîstema rêhesinî ya sivik ya 20 salî cî bi cî bike, ku niha bûye efsane, û pêwîst e bajarekî 2 milyon kesî bi miraza gihîştina bi tramwayê şa bibe."

'Divê estetîka bajaran a 4 hezar salan li ber çavan bê girtin'

Nûnerên saziyên sivîl ên beşdarî civînê bûn jî daxwazên xwe yên pêşniyazên der barê bajarvaniyê de rêz kirin. Hin daxwazên nûnerên STK’ê yên ku diyar kirin divê rêveberiyên herêmî li dijî înşaetên bêhiqûqî kontrol bikin ev in: “Avahiyên dîrokî yên di nava sûrên bajêr de wêran bûne, divê bi xebateke hevpar bên nûkirin. Divê estetîka bajarî ya 4 hezar salî di rêziknameya avedaniyê ya înşaetên nû de li ber çavan bê girtin. Divê ji bo karûbarên veguherîna di cî de pêşîn rê bêt dayîn. Ji bo vegera gundan divê xebatên pêwîst bên kirin û binesazî bên amadekirin. Ji bo welatiyên astengdar li niştewarên berpê geşepêdanê yên ku nû hatine çêkirin, di hatûçûnê de hêsanî were kirin. Divê rawestgehên otobusê bêne sazkirin. Dema ku li seranserê bajêr deverên nû yên pêşveçûnê têne hilbijartin, divê xebatên çawaniya zemîna erdê bêne kirin. Divê cureyên nebat û ajalan ên herêmî bên parastin û nebatên xwecihî di qada bajêr de bên bikaranîn. Divê rêyên meşîn û bisîkletê bên zêdekirin. Divê ji bo zarokan qadên hevpar û ewle bên çêkirin. Divê li warnişînên nû yên bajêr avasaziyeke ser binemayê peyayan bê avakirin."

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30