Li bulvar û kuçeyan xebatên peyzajê hatin kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser Cadeya Înonu ya navçeya Sûrê û bulvarên Qamişlo û Medîneyê yên Baxlarê xebatên peyzajê kirin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ji bo Amedeke hêşîntir û estetîktir, li refûj û xaçerêyên navçeyên Yenîşehîr, Kayapinar, Sûr û Baglarê, nebatên ji nifşa deviayn gulçîk û kulîlkên demsalî yên werzê havînê k udi tavgeha xwe de hildiberîne, datîne.

Ekîban li binê Sûran ku li ser Kolana Înonûyê ye ku pir caran cihê turîstên xwecihî û biyanî ye xebatên peyzajê kirin. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan di çarçoveya xebatan de qada otoparkê ya li binê Kolana Înonû ya li bintara Sûrê bi 3 hezar û 360 kulîlkên demsalî yên havînê yên cure û rengên cuda xemilandin.

Ekîban ji bo ku kulîlkên demsalî yên havînê zêdetir xuya bikin, li qadên diyarkirî sorgulên pîramîdal, arborîtên gopik, gul û jale û jêliyên ji koma şînahiyan jî çandin.

Bulvara Qamişlo bi kulîlkan hatiye xemilandin

Midûriyeta Park û Baxçeyan xebatên xwe yên çandina kulîlkan li xaçerê û naverêkên Bulvara Qamişlo ya ku wek rêya balafirgehê jî tê zanîn li navçeya Baglarê didomîne. Ekîbên ku Bulvara Qamişloyê bi 12 hezar kulîlkên demsalî yên havînê yên bi rengên cuda, gulqedîfe û ziniayan xemilandin, dê xebatên xwe bidomînin.

26 hezar û 500 kulîlk çandin

Li Bulvara Medenî ya di nav sînorên navçeya Baglarê de ye jî xebatên peyzajê hatin kirin. Ekîban li qadên ku ev demeke dirêj e xebatên peyzajê nehatine kirin tercîh kirin, li Bulvara Medîneyê 26 hezar û 500 kulîlkên demsalî yên havînê yên bi rengên cuda yên wek guqedîfe û ziniayê çandin.

Beriya xebatên peyzajê yên ku li bulvara bi dirêjahiya 650 metre hatin kirin, ekîban xebatên dagirtina axê jî kirin û ji bo ku qad ji bo çandiniyê guncav bikin xebatên binesaziyê yên pêwîst kirin.

Ekîb ji bo ku bulvar di siberojê de estetîk û hêşîntir xuya bike dê li herêmê xebatên darûberkirinê jî bikin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan di çarçoveya plansaziyên ku çêkiriye de dê xebatên çandiniyê yên li xaçerê û naverêkên navçeyên Yenîşehîr, Baglar, Sûr û Kayapinarê bidomîne.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31