Hevserok Bucak û Hatun ji bo Hevserokatiya Konseya Bajêr hatin hilbijartin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ji bo hevserokatiya Konseya Bajêr hatin hilbijartin.

29emîn Civîna Asayî ya Konseya Bajêr a Amedê li Navenda Çand û Kongreyê pêk hat. Di civînê de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM), Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO), Baroya Amedê, partiya siyasî, Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî, akademîsyen û rêveberên bajêr beşdar bûn.

Di civînê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlen û endamê Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) Riza Polat jî wek endam hatin hilbijartin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku qeyûm hewl didin hişmendiya hevpar a bajêr ji holê rakin û dînamîkên bajêr ji biryaran dûr dikevin.

Hevserok Bucak: Tibayî û hevratî hêzê dide me

Di civînê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak axivî û diyar kir ku ev bajar xwedî bîr, çanda demokrasiyê, çanda hevgirtinê ye û ji bo berdewamkirina vê yekê bawerî û yekîtîya heyî, hêzeke zêde dide wan. Bucak diyar kir ku wan wek Hevşaredar li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin, di heyama 3 mehan de ji bo kombûna meclîsa konseyê bang li wan kir û spasiya kesên ku ked dane civînê kir.

'Karê me ew e ku em bi hev re bibin çare bo pêdiviyên bajêr'

Bucak, destnîşan kir ku bi gihandina rêveberiyên herêmî û civaka sivîl bi nêzîkatiya beşdarbûn û piralî ya bi çanda demokrasî û hevgirtinê re bajarek dikare bê afirandin û ev yek îro di Konseya Bajêr de ketiye jiyanê û wiha dewam kir: “Peywira herî girîng a ku piştî îro dikeve ser milê me ev e. Armanc wê ew be ku bi rêveberiyên herêmî û civaka sivîl re bi hev re bersivê bidin çanda hevgirtin û demokrasiyê, hemû hewcehî û hewldanên wan bi cih bînin."

'Wê cihekî gelekî zelaltir be'

Bucak destnîşan kir ku di heyama 8 salan a qeyûman de deriyên rêveberiyên herêmî ji civaka sivîl re hatine girtin û wiha got: “Tevî rejima qeyûman, em bi civakeke ku dînamîzma civaka sivîl, bîranîna bajarbûnê nîşan dide, bi hev re ne. Ev îradeya hevkarî, hevgirtin û îradeya israra di demokrasî û têkoşînê de ye. Ji bo plansazkirina 5 salên pêş me bi nêzîkatiyek wisa zelal û beşdarvanî bixebitin ji bo me ezmûneke girîng peyda dike. Ji niha û pê ve, ev dê bibe cihek pir çêtir, şefaftir û bi hev re kar dike, ku raboriyê wek mînak bigire lê şert û mercên îro li ber çavan bigire." 

Hevserok Hatûn: Li vî bajarî dîsa îradeya gel bi ser ket

Hevşaredar Dogan Hatun diyar kir ku ger rêveberiyên herêmî bi gel, sazî û hemû saziyên xwe re li hev nekin, wê ji bajarên xwe qut bibin û bi bîr xist ku 8 sal in ti sazî û partiyên siyasî di nav karûbarên rêveberiya herêmê de cih negirtin. Hatun wiha got: “Çimkî ew ji aliyê qeyûman ve hatin astengkirin. Îro vîna gelê Kurd û îradeya gelê Amedê bi ser ket. Me bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir ku beşdarî Konseya Bajêr bibin û em spasiya kesên beşdar bûne dikin. Li vî bajarî dîsa îradeya gel bi ser ket. Tê zanîn ku Konseya Bajêr di sala 2001an de hatiye avakirin û 21 sal in bi hev re dixebitin. Çi pirsgirêka vî bajarî hebe, dê bi hev re çareser bikin.”

Hatûn bi bîr xist ku di 3ê Hezîranê de qeyûm bo Şaredariya Colemêrgê hat tayînkirin û bal kişand ser meşa li dijî desteserkirina îradeya ku ber bi Colemêrgê ve hatiye destpêkirin. Hatun diyar kir ku ew jî beşdarî meşê bûye û got, "Em silavên xwe ji kesên vîna gelê xwe diparêzin re dişînin."

'Ger bi hev re bixebitin dê pirsgirêkên bajêr zûtir çareser bibin'

Hatun, anî ziman ku dema rêveberiyên herêmî, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li hev kom bibin pirsgirêk zûtir çareser dibin û got, “Dema yekîtî nebe, tenê pirsgirêk derdikevin. Gelek pirsgirêkên me 8 sal in kom bûne, niha divê em destên xwe bidin hev û dest bi karê xwe bikin. Me xwest ku îro saziyên fermî ji bo vê civînê di nava me de bin. Me gazî wan kir û vexwendin civînê. Ger hemû saziyên bajêr, rêveberiyên sivîl, rêveberiyên herêmî û saziyên civakî bi hev re tevbigerin dê pirsgirêkên bajêr zûtir çareser bibin. Wek mînak par li vî bajarî erdhejek çêbû. Bi hezaran gelê me bûne qurbanî. Salek û nîv derbas bû. Hîn avahiyên ku divê bên hilweşandin hene. Ev rîskek mezin e. Ger paşhejek piçûk hebe dê nîvê wê hilweşiya. Ger zarokek li bin bikeve, li vî bajarî dê kî hesab bide? Em dubare dikin, em dibêjin divê saziyên fermî jî beşdarî vê civînê bibin. Em bang li saziyên kamûyê dikin; Di civîna Meclisa Bajêr de ne tenê saziyên sivîl, divê saziyên hukmî û fermî jî amade bin. Divê em vî bajarî bi hev re îdare bikin. Pirsgirêkên vî bajarî di warê ziman, çand, huner û aborî de hene. Pirsgirêkên tiryak û madeyên hişber hene. Bi hezaran ciwan di nav lepên tiryakê de digevizin. Divê bi lezgîn ev yek bê çareserkirin. Divê em zarok û ciwanên xwe ji vê ilet û nexweşiyê rizgar bikin. Li Amedê 300 hezar ciwan bêkar in, divê bi lezgînî kar peyda bikin. Li vî bajarî ax û av têra her kesî heye. Li vî bajarê ku xwedî dîrokeke hezar salan e, gelek dîn û bawerî bi hev re dijîn. Em xwedî wê îrade ne ku em bi hev re barê vî bajarî hilgirin."

Kişanak: Ez amade me ku ji bo bajêr her cure xizmetê pêşkêş bikim

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak jî axivî û got ku di dînamîkên xwezayî yên bajêr de destwerdaneke derve hatiye kirin, lê avahî, dîrok û dînamîkên bajêr vê yekê qebûl nakin û weha axivî, “Ez nehatime vir da ku bipirsin em li ku bûn, lê ji bo ku em bibînin îro em li ku ne û ber bi ku ve diçin. Ez hatime diyar bikim ku em amade ne her xizmeta ku ji destê me were ji bo bajarê xwe bikin. Nifûsa ciwan a vî bajarî pir zêde ye, ev ji bo me avantajeke mezin e. Ji ber vê yekê ez ji dil bawer dikim ku Konseya Bajêr bi taybetî jî Meclîsa Ciwanan dê xebateke xurt bimeşîne."

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê yê berê Hulya Alokmen Uyanik jî diyar kir ku bajar ji bo biratî û aştiyê helwestê nîşan dide û got, li bajarê ku nasname û baweriyên cuda dikarin bi hev re bijîn, desthilatdar amneziye/korefamiyê ferz dikin.

Ji bo Hevserokatiya Konseya Bajêr Bucak û Hatun hatin hilbijartin

Di civînê de ji bo Hevserokatiyê Konseya Bajêr; Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun hatin hilbijartin.

Desteya Rêveber a Konseya Bajêr

Di civînê de ji bo Desteya Rêveber a Konseya Bajêr ku ji 26 kesan pêk tê ev nav hatin hilbijartin: “Dogan Hatun, Mehmet Cemîl Degîrmencî, Sabahat Sever, Fatma Yildizhan, Engîn Yeşîl, Nahît Eren, Ahmet Baran, Mehmet Kaya, Riza Polat, Ercan Yilmaz, Berfîn Polat, Bahar Peker, Selvî Tunç, Necdet Sezgîn, Elîda Zerri, Ercan Akto, Serdar Bayram, Şerko Kanîvar, Salîha Ayata, Veysî Kuzu, Mahsum Çiya Korkmaz, Selma Aslan, Remzî Azîzoglu, Horhannes Gafur Orhanyan, Selman Çîçek û Mesut Altin.”

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31