Di 3 mehan de 70 hezar kesî serdana Mala Dengbêjan kir

Mala Dengbêjan a ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebite, di 3 mehên dawî de 70 hezar kes pêşwazî kirin.

Dengbêj, ji bo parastina kevneşopiya stranbêjî û dengbêjiyê ku hunerên girîng ên çanda gelêrî ya devkî ne, di bin Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî de xebatên xwe didomînin.

Mala Dengbêjan ku ji sala 2007an û vir ve li Navsûra Amedê ye, ji bilî rojên duşemê her roj mêvandariya mêvanên ji welat û derveyî welêt dike.

70 hezar kesî li dîwanên dengbêjan temaşe kirin

Li Mala Dengbêjan hefteyê 6 rojan, saet di navbera 10.00-17.00ê de dîwan tên danîn.

Li navendê di navbera Nîsan-Gulan û Hezîranê de bi giştî 72 dîwan hatin danîn û ji bilî dengbêjên mêvan 20 dengbêjan stranên xwe gotin. Herweha 80 dengbêj beşdarî van dîwanan bûn, ku 20 ji wan dengbêjên mêvan bûn. Nêzî 70 hezar kesî li dîwanan temaşe kirin.

Herweha li Mala Dengbêjan lêkolîn û analîza folklora herêmê jî tê kirin. Daneyên berhevkirî li Mala Dengbêjan têne tomarkirin û arşîvkirin.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30