Îtfayeya Amedê perwerde da 77 xwendekarên ji 25 zanîngehên cuda

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji 25 zanîngehên cuda ji 77 xwendekaran re perwerdeya pratîkî ya vemirandina agir dide.

Dezgeha agirkujiyê perwerdeyê dide xwendekarên ku di beşa agirkujiyê ya 25 zanîngehên cuda de dixwînin li ser dabînkirina ewlehiya can û mal û milkên welatiyan di dema şewatê de, gihandina welatiyan di demeke herî zû de di rewşên karesatê de û erk û berpirsiyariyên agirkujan.

Di vê çarçoveyê de li navenda bajar û navçeyan li 16 dezgehên îtfaiyeyê 57 mêr û 20 jin bi giştî 77 xwendekar perwerdehiya stajê hildidin.

Ji xwendekarên perwerdehiyê re; Agahiyên teorîk û pratîkî li ser teknîkên pêşkeftî yên vemirandina êgir, rêbazên destwerdana agirî li gorî gurahiya agirî, kontrolkirina kargeh û avahiyên di bin lepa êgir de, nivîsandina giliyên agirpêketinê û sedemên derketina agir têne dayîn.

40 roj perwerde

Piştî perwerdeya ku dê 40 rojî bidome dê ji xwendekaran re sertîfîkaya stajqedandinê bê dayîn.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30