Li navçeya Pîranê rê hatin asfaltkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo hatûçûneka ewletir û rehettir bo navçeyan pêk bîne, li navenda navçeya Pîranê rêya hezar û 750 metre asfalt kir.

Midûriyeta Koordînasyona Binesaziyê û Çêkirina Rêyan li navçeyan xebatên xwe yên çêkirin, nûkirin û temîrkirina rêyan didomîne.

Ekîbên ku li ser rêyên ku li taxên ku xerabûn hene û tesîreke neyînî li rehetiya ajotinê dikin, xebatên nûkirin û çakirinê dikin, li ser cadeya Eskî Hanî ya ku 1600 metre ye, li beşa 900 metreyî ya ku dabûn destpêkirin xebatên PMT û Binderê temam kirin. Li ser 700 metreya mayî jî xebatên binesazî û başkirinê tên kirin.

Ekîbên ku li navçeyê xebatên PMT û Binderê yên rêya Kolana 3yemîn a Taxa Baxlarê ya 850 metre dirêj kirin, li navenda navçeyê rêyên ku ji ber xaza siruştî û xebatên binesaziyê zirar dîtine nû kirin.

Li Pîranê xebatên xwe berdewam dikin

Xebata PMT ya rêya kevin a Gêlê ya 1800 metreyî qediya, xebata Binderê ya rê jî dewam dike.

Xebatên amadekirina bînderê ji bo Kolana Diyarbekirê ya 500 metre dirêj û rêya 15ê Tîrmehê ya gundê Sarsê ya 600 metreyî dewam dikin.

Li navçeya Pîranê bi tevahî 19 hezar ton PMT û 8 hezar û 500 ton Binder (BSK) dê li ser rêyan bên bikaranîn û 2 hezar û 500 metrekare jî xebata peyarêkê bê kirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30