Şaredarî piştgiriya astengdaran dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatiyên kêmderfet di her warî de xwe baştir hîs bikin, xebatên xwe didomîne.

Şaxa Xizmetên Astengdar û Kal û Kalan a Daîreya Xizmetên Civakî ji bo kesên dezavantaj xizmetên lênêrîna kesane dide.

Kesên astengdar ên ku ji Midûriyeta Şaxa Astengdaran xizmetê werdigirin, li Mala Bêhnvedanê ya li Şehidlixê xizmeta lênêrîna şexsî pêk tîne. Ligel qusandina por û rîya zilam û kalemêran, ji bo jin û pîrejinan jî xizmeta biseroberkirina por û serûberî tê dayîn.

Welatiyên ku dixwazin ji xizmetên lênêrîna kesane yên ji bo kesên dezavantaj sûd werbigirin divê bi serîlêdana ferdî li Midûriyeta Şaxa Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran qeyda xwe çêkin.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30