Pêkanîna JINKARTê ji Meclîsa Şaredariyê derbas bû

Sepana JINKARTê ya ku dê ji bo jinên kêmderfet derbas bibe, ji aliyê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi yekdengî hate qebûlkirin. Li gorî vê yekê jinên di navbera 18-64 salî de dê ji vê pêkanînê sûd werbigirin.

Ji bo xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo hêsankirina jiyana rojane ya jinên xwedî ewlekariya civakî ne, hat destpêkirin. Sepana JINKARTê ku di civîna asayî ya meha Tîrmehê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin de hatibû rojevê, bi yekdengî hate qebûlkirin.

Jinên di navbera 18-64 salî de dê sûdê jê wergirin

Jinên ku temenê wan di navbera 18-64ê de ne dê ji aliyê komîsyona tesbîtkirinê ya ku ji JINKART û Daîreya Xizmetên Civakî û Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê pêk tê bên diyarkirin; Ji bo otobusên Şaredariya Bajarê Mezin dê mehane 90 (nod) car mafê siwariyê ji wan re bê diyarkirin. Her wiha ji bo xebatên çandî yên şaredariyê ji tesîs û saziyên civakî yên Şaredariya Bajarê Mezin, ji sedî 20 erzanî tê dayîn.

Mercên serîlêdanê dê bêne ragihandin

Piştî ku şert û mercên serîlêdanê hatin aşkerekirin, jinên ku şert û mercên serîlêdanê bi cih bînin dê karibin serî li navendên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar kirine, bidin.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31