Rêya Pêşketinê ya Sûr Teknokentê tê asfaltkirin

Li ser rêya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li pişt Teknokentê ji bo welatiyên li deverên ji bo pêşketinê yên li navçeya Sûrê hatine vekirin, pirsgirêkên çûnûhatinê nebînin, xebata asfaltê dest pê kir.

Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Midûriyeta Tenduristiya Rê û Koordînasyona Binesaziyê ve tên kirin de xebatên danîna binesaziyê, tijîkirina keviran û rûqaltijîkirinê bi dawî bûn û rê derket qonaxa xwe ya dawî.

Xebat dewam dikin

Ji bo çêkirina rêya ku 2 hezar û 200 metre dirêj û 20 metre fireh e, asfalta germ a binder tê bikaranîn.

Li her du aliyên rê jî 2 metre û nîv peyarêka parket bê danîn, li ser peyarêyan jî xebatên darînkirin û ronîkirinê bên kirin.

Dê hatûçûna welatîyan rehet bibe

Piştî bidawîbûna rê dê derfeta welatiyan hebe ku bi rehetî geştiyariyê bikin.

 

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31