Panela ‘Polîtîka û Pratîkên Astengdaran di Rêveberiyên Herêmî de' tê lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku di rêveberiyên xwecihî de astengiyên astengdaran diyar bike û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş bike, dê panela "Di Rêveberiyên Herêmî de Polîtîka û Pratîkên Astengdaran" li dar bixe.

Di panela ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Astengdaran a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve bê bêt lidarxistin de, ji bo astengiyên li pêşiya astengdaran di jiyana bajêr de ji holê bên rakirin, wê çi bên kirin, dê werin vegotin.

Panela ku bi armanca xurtkirina polîtîkayên rêveberiyên herêmî yên di vî warî de û bilindkirina hişmendiya civakî tê lidarxistin, 14ê Tîrmehê roja Yekşemê saet di 11:00ê de li Navenda Çand û Kongreyê tê lidarxistin.

Beşdar dê gavên pratîkî yên ku dikarin werin avêtin ji bo hêsankirina gihîştina kesên astengdar ji bo deverên bajarî û xalên ku rêzikên heyî divê bêne başkirin nîqaş bikin.

Hevserok beÅŸdar dibin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun wê beşdarî panelê bibin û Hevseroka Komîsyona Astengdaran a DEMê Hatîce Betûl Çelebî, Akademîsyen Firat Keser û pisporê îstihdamê Sînan Ok weke qiseker beşdarên panelê ne.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30