Ji bo goristanan ekîbeke paqijiyê hat avakirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya ku li tevahiya bajêr daye destpêkirin de ji bo goristanan ekîbeke paqijiyê ava kir.

Midûriyeta Şaxa Goristana Tenduristiyê xebatên xwe yên paqijkirinê didomîne da ku welatî di hawîrdoreke saxlemtir û xweştir de biçin serdana goristanan.

Midûriyetê ji bo ku xebatên paqijiyê li goristanên Yenîkoy, Şehîtlîk, Mêrdînqapî, Çiftehavuzlar, Alipinar û Qebristana Qedîm a Suryanîyan ên li navenda bajêr neyên sekinandin, ekîba paqijiyê ava kir. Ekîb dê di çarçoveya bernameyeke asayî de li goristanan xebatên paqijkirinê bimeşînin.

Ekîban di çarçoveya xebatên xwe yên li goristanan de gilêşên ku bêhemdî avêtine derdorê dane hev, paqijî kirin û giya û pelax berhev kirin.

Tîmên paqijkirina goristanê ji bo welatî karibin di hawîrdoreke paqij de serdana gora miriyên xwe bikin dê xebatên xwe bi berdewamî bidomînin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30