Hevserokan pirsgirêkên Henê ji nêz ve dîtin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ku çûn navçeya Henê, yek bi yek tax geriyan, li welatiyan guhdarî kirin, ji bo pirsgirêkên di cih de hatin tespîtkirin çareser bikin, ekîb wezîfedar kirin.

Hevserokên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdanên xwe yên li navçeyan didomînin. Hevserokên ku li navçeya Henê gel û esnafan ziyaret kirin, Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan, endamên meclîsê û rêveberên beşên peywendîdar jî pê re amade bûn.

Serdana Şaredariya Henê

Hevşaredar Bucak û Hatun destpêkê serdana Hevşaredarên Henê Besîle Narîn û Hamdullah Demîr kir. Hevserok Bucak û Hatun der barê xebatên li navçeyê tên kirin de agahî girtin û der barê xebatên ku bên kirin de nêrînên xwe anîn ziman.

Nirxandina peyzaja Aynkebîrê

Piştre Hevserok derbasî Aynkebîrê bûn ku bi ava kaniya xwezayî ya li gundê Serdê tê naskirin. Hevserokan rêya Aynkebîrê kontrol kirin û ji bo temîrkirina hilweşînên li ser rê, dezgehên pêwendîdar erkdar kirin. Hevserokan ji serokên yekîneyan jî der barê peyzaja Aynkebîrê de agahî girtin.

Li daxwazên gundiyan guhdarî kirin

Piştre Hevserokan serdana taxên navenda navçeyê kirin, taxa Dîlba ku pirsgirêka avê lê heye lêkolîn kirin, bi welatiyan re sohbet kirin û daxwazên wan guhdar kirin. Hevserokan li ser çareseriya pirsgirêka avê li welatiyan guhdarî kirin û diyar kirin ku piştî lêkolînkirina nuqteyên ku avên kaniyên xwezayî lê ne, dê bi xebatên ku bên kirin re pirsgirêka avê çareser bibe.

Hevserokan her wiha rêyên taxên navenda navçeyê li cihê wê dîtin û ji bo sererastkirina rêyên ku bi kevirên parke hatine asfaltkirin, erkdar kirin.

Hevserok: Em ê bi hev re bixebitin

Hevserokan diyar kirin ku ew ê ji bo daxwazên gelê Henê bi hev re tevbigerin û li navçeyê xebatên wekî avedanî, binesazî û çêkirina rêyan biqedînin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30