1 ton û 200 kîlo erzaqê pîsobûyî hat îmhakirin

Di sehbêriya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê ve bi hev re hat kirin de 1 ton û 200 kîlo erzaqê ku dema wê derbas bûbû û xera bûbû, hat destbiserkirin û îmhakirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî li seranserê bajêr bigihêjin xwarinên saxlem û paqij xebatên xwe didomîne.

Di kontrolê de ku ekîbên Kontrola Xwarinê yên girêdayî Midûriyeta Karên Tenduristiyê bi ekîbên Zabiteya navçeya Sûrê re bi hev re organîze kirin de, li Deriyê Çiyê li kargeha ku berhemên xwemalî difroşin, gelek berhemên ku dema wan qediyabû û dibe ku bandoreke neyînî li tenduristiya mirovan bike, hatin dîtin.

1 ton û 200 kîlo erzaq hat girtin

Ekîban di kontrolan de 1 ton û 200 kîlo sosîs, penêr, rûn, xengel û berhemên wekî wan ên ku dema wan a bikêrbûnê bi ser de çûbû û erzaq pîso û xera bûbû, bi dest xistin û îmha kirin.

Kontrol dê dewam bikin

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî bigihêjin xurekên paqij û saxlem, dê kontrolên xwe bi berdewamî bidomînin.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31