Perwerdehiya trafîkê ji bo xwendekaran

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca hişyarkirina derbareyî trafîkê ya zarokan, xwendekarên ku li Navenda Zanînê ya Selahaddîn Eyûbî dixwînin li Parka Perwerdeya Trafîkê kirin mêvan.

Xwendekarên Navenda Zanînê ya Selahaddîn Eyûbî yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê ve xebatên civakî-çandî û perwerdehiyê didomînin, çûn serdana Parka Perwerdehiya Trafîkê.

35 xwendekar û şêwirmendên wan ên rehberiyê beşdarî çalakiya li Parka Perwerdehiya Trafîkê ya li Taxa Bagcilara navçeya Baglarê bûn.

Di çalakiya ku Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan jî beşdar bû de, perwerdeya teorîk û pratîk ji zarokan re hat dayîn. Wezîr bal kişand ser girîngiya guhdana rêgezên trafîkê û ji zarokan re di jiyana perwerdehiyê de serkeftin xwest.

Girîngiya kemberên ewlehiyê

Di perwerdeya ku ji aliyê xebatkarên pispor ên Midûriyeta Zabiteyan ve hat dayîn de derbareyî, ka divê zarok di trafîkê de çi bikin, rêyan çawa bi kar bînin, tabela û lempeyên trafîkê ji bo çi ne, peya, ajokar û rêwî bala xwe bidin çi, girîngiya kemberên ewlehiyê de agahî hatin dayîn.

Her wiha bi wesayita simulasyonê ya ku li parkê hat danîn, ji zarokan re hat vegotin ka qezayên trafîkê çawa diqewimin û rola kemberên ewlehiyê di rizgarkirina jiyana mirovan de çi ye.

Piştî perwerdeyê belgeya beşdarbûnê dan zarokan.

 

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31