Dijî mar û dûpişkan avahiyên terikandî hatin dermankirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li avahiyên Sûrê yên terikandî li dijî mar, dûpişk û kêzikên bi vî rengî derman reşand.

Li dijî mar û dûpişkên ku li Amedê bi germbûna dinyayê re hejmara wan zêde dibe, xebatên dermankirinê didome. Li bajarê ku germahiya dinyayê ji 40 pileyî derbas dibe, Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ku welatî jiyana xwe bi tendurist û rehet bijîn, li qadên cuda xebatan dimeşîne.

Ekîbên dermanreşandinê yên girêdayî Midûriyeta Tenduristiyê li taxên navendî û gundan, li erd û xaniyên şil û xunavîn ên ku îhtîmala ku kêzikên jehrî tê de bên dîtin, bêyî  guhdana dem û rojê, dermanên jehrkuj direşînin.

Li avahiyên terikandî ji ber giliyê derman hat reşandin

Ji xeynî dermanreşandina rojane ku li gorî bernameyê tê kirin, daxwaz û giliyên ku tên Xeta Piştevaniyê Alo 153ê jî tavilê tên bersivandin. Di vê çarçoveyê de li ser daxwaza welatiyên li navçeya Sûrê yên ku li nav Sûran dijîn bi rêya Xeta Piştevaniyê ya Alo 153, ekîbên Tenduristiyê yên Şaredariyê zend û bend badan. Daxwazên welatiyan bi dermankirina mar û dûpişkan li avahiyên terkkirî yên ku giliyê wan dihat kirin hatin bicihanîn.

 

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31