Li Bulvara Mehabadê cihê xeta avê hate guhertin

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi encama koçkirina ku li Bulvara Mahabadê ya di nav sînorên navçeya Peyasê de hatiye destpêkirin, xeta ava vexwarinê ya nû ya 410 metreyî tîne bajêr.

Midûrtiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku xeta ava vexwarinê ya ku ji aliyê Bankeya Bajaran ve hatibû çêkirin, lê bi demê re di nav qada geşepêdanê de mabû bi tenduristtir bixebite dest bi xebata cîguheztinê kir.

Ji bo di dabînkirina ava vexwarinê de pirsgirêk dernekeve, xeta berê tê betalkirin û xeteke nû ya dirêjahiya wê 410 metre tê danîn. Li Bulvara Mehabadê ku xebat lê dewam dikin, ekîb lûleyên pola yên bi stûriya wan 1000 mm bi kar tînin. Piştî xebatê wê xeta ava vexwarinê ya nû bi xeta sereke ve were girêdan.

'Em pêşî li neyînîyên muhtemel digirin'

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû diyar kir ku xebat wê di demeke kin de biqedin û wiha got: “Şansê me tunebû ku em bi lez midaxeleyî neyînîyên ku di xeta ava vexwarinê ya ku berê ji aliyê Bankeya bajaran ve hatibû çêkirin de biqewimin. Lewra diviyabû em vê xeta ku li vederê nişteciyan bû, ji wir derînin. Bi saya projeya ku em li vir dimeşînin em ê pêşî li neyînîyên muhtemel bigirin."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30