Hevşaredaran pêşwazî li Serokê TMMOB'ê Emîn Koramaz kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê TMMOB'ê Emîn Koramaz û serokên odeyan pîşeyî kirin mêvan.

Serokê Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Emîn Koramaz, Serokê Odeya Endezyarên Makîneyan Yunus Yener, Serokê Odeya Endezyarên Komputerê Cem Nûrî Aldaş, Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê Baki Remzi Suiçmez, Serokê Odeya Endezyarên Odeya Î nşaatê Nusret Suna, Alîkarê Serokê Giştî yê Endezyarên Elektrîkê Mehmet Mazmanoglu, Alîkarê Serokê Odeya Mîmaran Semîh Temîzkan, endamên Lijneya Giştî ya TMMOB û odeyan, TMMOB’a Amed, Çewlik, Riha, Mêrdîn, Wan û Êlihê, Berdevkê Lijneya Koordînasyona Bajêr ya Amedê û Batmanê serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kir. Hevşaredaran li salona Meclîsê Koramaz û heyeta pê re pêşwazî kirin.

Hevşaredar Bucak: Em ê pêvajoya dijwar derbas bikin

Hevşaredar Bucak ji ber serdana heyeta TMMOB'ê spasî kir û got ku serdanên bi vî rengî hêzê dide wan. Bucak destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û destnîşan kir ku rêya têperandina pêvajoyên bi vî rengî diyalog, hatina cem hev û xurtkirina ragihandinê ye. Bucak wiha got: “Em wek rêveberiyên herêmî ji roja ku em hatine hilbijartin ve vî karî didomînin. Em bi rêxistinên nehikûmî û rêxistinên pîşeyî re di civînên balkêş ên ku hem Plana Stratejîk û hem jî li tevahiya xebatên me diqewimin têne cem hev. Em di wê baweriyê de ne ku em dikarin bi lipeyxwehiştina wêrankarî û pêvajoya dijwar a 8 salan re, li vir rêgezeke rêveberiyê ya şefaf û kontrolkirî derdixin pêş.”

Hevşaredar Hatun: Girîng e TMMOB deng bike

Hevşaredar Hatun diyar kir ku xebatên odeyên TMMOB'ê yên der barê wêrankariya 8 salan girîng e û destnîşan kir ku dema wan dest bi wezîfeyê kirin li derveyî çar dîwaran tiştek nedîtin, lê pêvajoyek ku zirarên derûnî, zext û zordariya li ser îradeya ferdî qels kir. Hatun, diyar kir ku ew endama Komîsyona Şopandinê ya Qeyûman e ku ji aliyê TMMOB'ê ve hatiye avakirin, 8 sal carekê li bajêr tu xebat nayên kirin û di sala 2016an de li cihê ku lê hiştibûn, di mijara kanalîzasyon, ava vexwarinê û rêyan de dê xebatê bidomînin. Hatun, diyar kir ku demeke dirêj projesazî tune ye, gel mafdar e ku hêviyên cidî hebin û diyar kir ku Amed bajarekî bi hêz e û destnîşan kir ku saziyên sivîl ji ber ku weke rêveberiyên herêmî tevdigerin destên wan xurt e. Hatun anî ziman ku girîng e TMMOB li dijî tayînkirina qeyûm li Colemêrgê derkeve.

Koramaz: Divê dev ji polîtîkaya qeyûm bê berdan

Serokê TMMOB'ê Koramaz anî ziman ku duh çûne Colemêrgê û li cihê bûyerê lêkolîn kirine û diyar kir ku li şûna kesên hatine hilbijartin tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin. Koramaz, diyar kir ku divê waliyê ku wek qeyûm li Colemêrgê hatiye tayînkirin ji wezîfeyê bê girtin û got ku divê dev ji polîtîkaya qeyûm bê berdan.

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30