Ji bo 13 navçeyan 48 wesayitên dermanreşandinê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku xebatên dermanreşandinê neyên astengkirin, bi 48 wesayîtan piştgirî da 13 navçeyan.

Serokatiya Daîreya Tenduristiyê dema xebatên xwe yên dermanreşandinê yên li navçeyên navendî didomîne, li navçeyên derakî jî xebatên xwe yên piştgiriyê didomîne.

Armanc pêşîgirtina li nexweşiyan e

Armanc ew e ku pêşî li nexweşiyên mîna malaria, tîfo û kolera ku ji hêla kêzikan ve têne veguhastin, bi saya rêbazên kontrolkirina zanistî û hewildanên dermankirinê yên domdar li seranserê bajêr tê girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku xebatên dermankirinê yên ku li tevahiya bajêr bi biryardarî dewam dikin neyên astengkirin, piştgirî da navçe û gundan.

48 wesayît piştgirî didin navçeyan

Di çarçoveya piştgiriyê de ji Bismilê re 5, ji Çermûgê re 3, ji Çinarê 4, ji Çangûşê re 2, ji Pîranê re 3, ji Gelê re 3, ji Erxeniyê re 3, ji Henê re 3, ji Hezroyê re 3, ji Karazê re 3, ji Pasûrê re 4, ji Licê 5 û ji Farqînê 5 bi tevahî 48 wesayîtên dermanreşandinê hatin şandin.

Li 13 navçeyan bûn 75 wesayît

Bi desteka Şaredariya Bajarê Mezin, li Bismilê 9, li Çermûgê 5, li Çinarê 7, li Çangûşê 3, li Pîranê 4, li Gêlê 4, li Erxeniyê 10, li Henê 4, li Hezroyê 4, li Karazê 4, li Pasûrê 5, li Licê 6 û li Farqînê 10 wesayit hatin zêdekirin.

 

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31