Xebatên li ser Rêya Teknokentê hatin kontrolkirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, xebatên li ser Rêya Teknokentê ya navçeya Sûrê, seh kirin.

Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo li deverên ji bo pêşketinê li navçeya Sûrê hatine vekirin, li pişt Teknokentê xebatên înşaet û asfaltê yên li ser rêya ku li pişt Teknokentê hatiye çêkirin, saxtî kirin. Bi Hevserokan re Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk û Alîkarê Sekreterê Giştî Aziz Ozdogan jî amade bûn. Hevserokan li ser rê geriyan û der barê xebatê de agahî ji rayedarên yekîneyê girtin. Hevserokan bi xebatkarên ku xebatên li ser rê dimeşînin re sohbet kirin.

Piştî ku asfalta germ li ser rêya ku 2 hezar û 200 metre dirêj û 20 metre fireh e bi dawî bû dê xebatên asfaltkirin, darûberkirin û ronahiyê bên kirin.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30