Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, diyar kir ku ew dixwazin Amedê di warê mafên astengdaran û xeyalên ku dixwazin bi cih bînin, bikin bajarê pîlot, Hevşaredar Hatun jî got, "Divê rewşa astengdaran bê dîtin. Divê di her aliyê jiyanê de li ber çavan bê girtin û plansaziya bajêr li gorî wê bê kirin."
Li Navenda Çand û Kongreyê ji aliyê Midûriyeta Şaxa Astengdar û Kal û Pîr a Daîreya Xizmetên Civakî ve panela "Di Rêveberiyên Herêmî de Polîtîka û Pratîkên Astengdaran" hat lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Berdevka Komîsyona Astengdaran a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Hatîce Betûl Çelebî, Akademîsyen Firat Keser, pisporê îstîhdamê Sînan Ok wek axaftvan beşdarî panelê bûn û hevşaredarên navçeyan, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Raci Bilici, Alîkara Sekreterê Giştî Zerrîn Turk û Ozgur Yildiz, endamên meclîsê, serokên beşan, rêveberên komeleyên astengdaran, rêxistinên sivîl û rêxistinên pîşeyî û astengdar beşdarî kombûnê bûn.
Hevşaredar Hatun: Divê plansaziya bajêr li gorî rewşa astengdaran bê kirin
Hevserok Hatun di panelê de axivî û diyar kir ku ew amadekariya Plana Stratejîk a 5 salan dikin û ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên bajêr bi sazî û gel re tên cem hev û got, “Em bi wan re dişêwirin. Em pirsgirêkan yek bi yek tespît dikin û bi hev re li çareseriyan digerin. Em dizanin ku ev lêgerîna çareseriyê wê ji bo bajarê me bibe sedema aştî, azadî û demokrasiyê. Divê hemû beşên civakê di jiyanê de wekî hev bin. Bi taybetî jî di jiyana bajêr de astengdarî her ku diçe zêdetir dibin asteng. Werin em vê pirsgirêkê çareser bikin. Bi salan di rêveberiyên me yên herêmî de Komîsyona Kesên Astengdaran hebû û vê komîsyonê gelek xebat kir. Ev komîsyon li pêşiya qeyûman gelekî aktîf dixebitî, lê mixabin bi danîna qeyûman re wekî her qadê di vî warî de jî gelek kêmasî derketin. Mirovên astengdar mehkûmî jiyana nav malê hatin kirin. Em van pêkanînan rast nabînin. Bajar ne tenê ji bo kesên saxlem e, divê bajar, tax, mal, kolan, meydan, kuçe û peyarêk ji bo her kesî wekî hev bin û kesên astengdar karibin li vir bi rehetî bijîn. Divê di her warê jiyanê de rewşa astengdaran li ber çavan bê girtin û li gorî wê plansaziya bajêr bê kirin. Îro divê em ji parkan heta peyarêkan, ji mîmariyê heta endezyariyê derbarê plansaziya bajaran de biryaran bidin, da ku em pêşî astengiyên di hişê xwe de ji holê rakin. Em pêşî astengiyên di mejiyê xwe de ji holê rakin, piştre hemû qadan li gorî wê plan bikin û bi hev re careke din jiyana azad ava bikin.
HevÅŸaredar Bucak: Me xweseriyek da komxebata ji bo astengdaran
Hevşaredar Bucak di panelê de axivî û diyar kir ku ew girîngiyê didin vê xebata ji bo astengdaran û got ku wan ji bo Plana Stratejîk a 5 salan civînên balkişandinê li dar xistin, lê wan komxebata astengdaran hinekî ji vî karî xwesertir hişt. Bucak destnîşan kir ku ew xebatên ji bo astengdaran ji xizmetên ku di Plana Stratejîk a 5 salan de tê dîtin wêdetir weke veguhertina zîhniyet, feraset û şêwazê dibînin û destnîşan kir ku pênaseya astengdaran di qadeke teng de hatiye çewisandin.
'Berpirsiyariya rêveberiyên herêmî heye'
Bucak diyar kir ku bajar, park, kuçe û qadên cemaweriyê di çarçoveyeke berteng de hatine avakirin û wiha got: “Di xizmetguzariya gel de wekî ku paşguhkirina astengdaran tê ferzkirin. Têgihiştinek heye ku kesên astengdar di nav malê de bin û tenê lênêrîna li nav malê ku besî wan be, bi vê nêrînê ew îzole dibin û êşên ku malbat ji ber vê lênêrînê dikişînin darîçav nabe. Em çawa dikarin vana di rêveberiyên herêmî de çareser bikin? Divê em li ser van tiştan biaxivin. Em li cografyayekê ne ku her roj cure cure versiyonên cihêkariyê li ser me tên ferzkirin. Em dizanin ku para polîtîkayên cudaxwaz ên hikûmetên navendî jî di vê kirine de heye. Krîzên ku em li vê erdê rûdidin, her kesê ku li vir dijî tîne ber şikestinê. Li cihê ku jiyan li wan dibe barekî zehmet, ew qas mehrûmiyet li wan bar dibe, ew qasî astengî û mehrûmî hebe, rast e ku mirov bibêje mirovên astangdar para herî zêde ji vê mehrûmiyetê werdigirin. Ev jinedîtîvehatineke sazûmanî ye. Çimkî ew astengdar in. Divê rêveberiyên herêmî li dijî vê yekê xemsariyê rabin. Wek Şaredariya Bajarê Mezin em polîtîkaya hevsengandinê didin ber xwe. Lewra çiqas bar dikeve ser milên rêveberiya navendî du qatî wê bar û berpirsyariya li ser milê me rêveberiyên xwecihî ye."
'Astengiya normê bo karmendan hat rakirin'
Bucak da zanîn ku ew dixwazin Amed bibe modelek ku rê li ber kesên astengdar vebibe ku bibin kesên çalak û wiha got: “Em dixwazin Amed bibe herêmeke pîlot. Em dixwazin ev bajarê pêşeng ji bo her bajarê Tirkiyeyê bibe mînak. Wek hûn jî dizanin ji bo avakirina Daîreya Astengdaran me gavek avêt. Ji bo ku di warê polîtîkayên civakî de nava wê tijî bûbe me lêkolîn dane destpêkirin. Hefteya borî ji hêla wezaretê ve pozîsyoneke normê hate vekirin, ku ev xebereke baş û erênî ye. Astengiya normê ya karmendan a ji bo vekirina Daîreya Astengdaran jî hat rakirin. Em girîngiyê didin hevalên ku ji bo beşa me bên wezîfedarkirin hevalên astengdar in. Em ê di nava xebatkarên xwe de kampanyayeke hişyariyê li dar bixin. Em ê plansaziyeke ku guhertina civakê dike armanc, derxînin pêş. Ji bo kesên astengdar ên li bajêr bên aşkerekirin em ê lêkolînekê bikin. Bi vî rengî, em ê bigihîjin daneyên pêbawer."
'Em dixwazin bi we re bimeÅŸin'
Bucak bal kişand ser pirsgirêkên kesên astengdar di komsiwariyê de dijîn û got ku ew ê di vê mijarê de tawîzan nedin û dê kontrolan bidomînin. Bucak weha got, “Em berpirsyar in ku mirov ji roja ku ji dayik bûye yan jî astengdar dibe serbixwe bijî û vî mafî bi dest bixe. Em dizanin ku berpirsyariya herî mezin a pêkanîna vê yekê ser pişta me heye. Û em bi biryar in ku vê yekê pêk bînin. Em dixwazin bi we re mezin bibin, bi we re bimeşin û di warê mafên astengdaran û xeyalên ku dixwazin pêk bînin de Amedê bikin bajarekî pîlot."
Çelebî: Astengdar cihêrengiya civakê ne
Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a MYK'ê ya DEM'ê Hatîce Betûl Çelebî diyar kir ku astengdar cihêrengiya civakê ne û got, "Em hatine vê rûtîniya ku hewl didin me di derbarê astengdaran de razî bikin bişkînin. Kesên kêmendam welatiyên vê civakê ne û mafê wan e ku wek her kesî beşdarî vê civakê bibin. Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê jiyanê ye. Ji bo parastina mafên astengdaran ne hewce ye ku hûn bibin namzetê astengdaran."
Akademîsyen Firat Keser jî bi sernavê "Di rêveberiyên herêmî de polîtîka û pêkanînên astengdaran: Mînakên welatên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê" pêşkêşî kir.
Panela ku pisporê îstihdamê Sînan Ok axivî, bi pirs û bersivan bi dawî bû.