Ji bo xwarinên saxlem kordînasyona teftêşê hat avakirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî bigihêjin xurekên saxlem bi 17 şaredariyên navçeyan re "Koordînasyona Kontrolkirina Xwarinê" ava kir. Di vê çarçoveyê de ji xebatkarên şaredariya navçeyê re perwerdeya kontrolkirina xwarinê hat dayîn.

Di bernameya ku li Navenda Çandê ya Elî Emîrî hat lidarxistin de, xebatkarên pispor ên Midûriyeta Karên Tenduristiyê mijarên "Kontrola xwarinê çawa bê kirin, bingehên qanûnî û qanûnên xwarinê" ji ekîbên ku li şaredariyên navçeyan kontrolkirina xurekan dikin re, vegotin.

Xebatkarên ku kontrola xurekan dikin jî ji bo ku binesaziyeke teorîk û pratîkî çêbibe, der barê rêziknameyên di zagona xurekan de agahî dan ekîban.

Li 17 navçeyan Yekîneyên Kontrolkirina Xwarinê hatin avakirin

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca ku kontrolan bi bandortir bike, li 17 navçeyan Yekîneyên Kontrolkirina Xwarinê ava kir.

Dê perwerdeya pratîkî bê dayîn

Di qonaxa ewil de ekîbên ku dê li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin li navçeyên navendî û derakî kontrola xurekan bikin, bi awayekî teorîk hat vegotin ku kontrolkirina xurekan çawa tê kirin. Dû re ekîbên teftêşa xurekan ên girêdayî yekîneyê dê bi xwe serdana navçeyan bikin û bi pratîkî nîşan bidin ka meriv çawa kontrolên li qadê pêk tîne.

Ji bo ku gel bigihîje xwarinên ewle dê kontrol û perwerde dewam bike.

 

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31