Koordînasyona Kontrolkirina Xwarinê li Çermûgê xebatên qadê kir

Koordînasyona Kontrola Xwarinê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi 17 şaredariyên navçeyan re ji bo ku welatiyan bigihêjin xwarina saxlem hatiye avakirin, li navçeya Çermûgê esnaf kontrol kir û derbarê ewlehiya xwarinê de hişyarî da.

Di çarçoveya Koordînasyona Kontrolkirina Xwarinê ya ku ji aliyê Midûriyeta Karên Tenduristiyê ve ji bo welatî karibin li tevahiya bajêr xwe bigihînin xwarinên saxlemtir û bi ewle, beriya niha ji bo yekîneyên eleqedar perwerde hatin lidarxistin. Piştî bidawîbûna perwerdeyê, li hemû navçeyan ji aliyê ekîbên Bajarê Mezin ve kontrola qadê hat destpêkirin.

Kontrola 50 kargehan

Ekîban li navçeya Çermûgê dest bi kontrolê kir û li navenda navçeyê 50 kargeh kontrol kirin. Li navçeya Çermûgê ekîbên Kontrolkirina Xwarinê ya Bajarê Mezin tevî ekîbên teftêşa xurek û zabiteyan çavdêrî kirin.

Ekîban hişyarî dan

Di kontrolê de li firin, sûk, qesab, xwaringeh û cihên kar ên bi vî rengî der barê rêgezên paqijiyê yên ku divê karsaz tevbigerin, şert û mercên depokirina xwarinê û paqijiya qadên hilberînê hişyarî hatin kirin.

Bi saya teftîşên ku tê de perwerdehiya teorîk û li ser kar ji ekîbên şaredariya navçeyê re ji hêla ekîbên şaredariyê ve tê dayîn, tê armanckirin ku hişmendiya ewlehiya xwarinê bi bandor û mayînde bilind bike.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30