Xebata deplasekirina xeta avê ya li Bulvara Mehabadê bi dawî bû

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebata deplasekirinê li Bulvara Mahabadê ya di nav sînorên navçeya Kayapinarê de, xeta ava vexwarinê ya nû ya 230 metre dirêj anî bajêr.

Midûrtiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku xeta ava vexwarinê ya ku berê hatibû çêkirin lê bi demê re di nav qada geşepêdanê de mabû, bi tenduristtir bixebite, xebateke veguheztinê kir.

Ji bo ku di ava vexwarinê de pirsgirêk dernekeve, xeta kevin hat betalkirin û xeteke nû ya bi dirêjahiya 230 metre li şûna wê hat danîn. Li Bulvara Mehabadê ku xebat lê qediyan, ekîban lûliyên pola yên qalindahiya 1000 mm bi kar anîn. Piştî xebatê xeta ava vexwarinê ya nû bi xeta sereke ve hat girêdan.

Hevşaredar Hatun li cihê xebatê saxtî kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, li cihê xebatê lêkolîn kir û ji ekîbên teknîkê agahî girt. Ligel Hevşaredar Hatun ku xebat ji nêz ve nirxand, Gerînendeyê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû û serokên beşên pêwendîdar jî amade bûn.

60 tankerên avê hatin şandin

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo ku di dema xebatê de mexdûr nebe, li ser daxwaza ji xeta ALO 153ê hatî, 750 metrekup av radestî welatiyan kir.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30