Zarok di kursên havînê de hem kêfê dikin hem fêr dibin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokan kursên havînê li dar dixe da ku hunerên wan ên civakî û çandî zêde bikin. 150 xwendekarên di navbera 8-12 salî de ji van kursan sûd werdigirin.

Zarok di kursên havînê yên ku ji aliyê Gerînendetiya Şaxa Zarokan a Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî ve tên organîzekirin de dema kêfê dikin agahiyan distînin.

Kursên domdar ên li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê şaxên resim, muzîk, îngilîzî, atolyeyên hunera mermerkirinê û dersên lîstikên hiş û hişmendiyê li xwe digirin.

Kursên ku ji aliyê mamosteyên pispor ve tên dayîn û bi mebesta ku zarok di dema betlaneyê de kêfxweş bibin û ji perwerdehiyê dûr nekevin, dê tevahiya havînê dewam bikin.

Â