Şaredarî xwendekaran ji bo îmtîhanên BESYOyê amade dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê bêpere xwendekaran ji bo îmtîhana Lîseya Perwerdeya Bedenî û Sporê amade bike.

Serokatiya Beşa Xizmetên Ciwanan û Werzîşê ji bo piştgiriya ciwanan kursên amadekariyê yên bêpere organîze dike.

 Namzetên ku dixwazin beşdarî kursên amadehiyê yên Lîseya Perwerdeya Bedenî û Sporê ya bêpere (BESYO) bibin divê di navbera 19-29ê Tîrmehê de serî li yekîneyên têkildar ên li Kompleksa Sporê ya Talaytepe bidin.

Ji bo perwerdeya ku dê rojên duşem, çarşem û înê mehekê di navbera 29ê Tîrmeh û 29ê Tebaxê de bidome, 100 jin û 100 mêr kotaya 200 kesî heye.

Hîndekerên pispor dê sibê di navbera saet 9.00-11.00an de ji bo namzetên jin û ji bo namzetên mêr jî di navbera saet 11.30-13.00an de li Kompleksa Sporê ya Talaytepeyê werin lidarxistin bibin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30