Kontrol di klîmayên komsiwariyan de tên kirin

Ekîbên Zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navenda bajêr klîmayên di wesayitên veguhestina giştî de kontrol kirin.

Serokatiya Beşa Zabiteyan ji bo welatî karibin bi rehetî hatûçûna xwe bikin, kontrolên klîmayê yên di wesayîtên veguhestina gel de ku serê havînê dest pê kiribû, didomîne.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Trafîkê ya Zabiteyan di kontrolên ku li nuqteyên cuda yên bajêr kirin de seh kirin ka klîma hatine xebitandin an na. Her wiha hişyarî da wesayitên ku li gorî rêgezên hatinûçûnê tevnagerin da ku kêmasiyên xwe temam bikin.

Ekîban di çarçoveya kontrolê de taksîmetre û îcazeya xebatê ya texsiyên ticarî kontrol kirin û der heqê xwediyên wesayîtan ên ku li gorî rêziknameyê tevnegerin, tedbîrên qanûnî girtin.

Divê gilî ji 'ALO 153' re bê ragihandin.

Ekîbên Midûriyeta Zabiteyan diyar kir ku dê kontrol bênavber dewam bikin û ji welatiyan xwestin ku pirsgirêkên ku di veguheztina giştî de tên serê wan, ji xeta piştgiriyê ya "ALO 153" re ragihînin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30