Ji tîmên agirkujiyê rahênana lêgerîn û xilaskirina binê avê

Ekîba Lêgerîna Bin Avê ya Agirkujiyê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo ku bi lez û bez bersivê bide rewşên neyînî yên ku dibe ku li gol, hewz û çeman biqewimin, li Gola Bendava Dîcleyê perwerdeya lêgerîn û xilaskirinê kir.

Ekîbên Lêgerîna Binê Avê yên di bin banê Midûriyeta Îtfaiyê de ku ji bo dîtin û xilaskirina kesên di avê de winda bûne yan jî di bin metirsiyê da ne dixebitin, xebatên xwe didomînin.

Li Gola Bendava Dîcleyê ya navçeya Gêlê bi tîmeke taybet a ji 5 kesan pêk tê; Perwerde li ser mijarên wekî bikaranîna pisûlayê di bin avê de, nîşanên neqaran, birêvebirina pirsgirêkê, lêgerîna li mirov û tiştên di bin avê de winda bûne, melevaniyên şevê û nuqbûna kûrahiyî hatin dayîn.

Ji bo karên dijwar amade ne

Tîmên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, dema hewce bike karên dijwar dike, bi amûrên taybet ên noqbûnê, cîhazên sonar û teknolojiyên din ên lêgerînê yên binê avê, wek midaxeleya di rewşên xeniqînê de, lêgerîna li mirovên di lehiyê de winda bûne, rakirina wesayitan an tiştên di binê avê de, xebata birînên binê avê û organîzekirina operasyonên rizgarkirinê, bi kar tînin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30