Li gundan rê tên nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li taxên gundan ên 10 navçeyan xebatên çêkirina rê, çaksazî û nûkirinê kir.

Serokatiya Beşa Kordînekirina Çêkirin û Çaksaziya Rêyan û Binesaziyê, bi xebatên xwe ji bo veguheztinê ewletir û rehettir bike, li ser rêyên taxan ên komî û girêdanên wan, li deverên gundewarî yên 17 navçeyan xebatên binaxe, tijîkirin, rûkal û nûkirinê dimeşîne.

Li 10 taxan xebatên nûjenkirinê qediyan

Ekîb di berdewamiya xebatên xwe de li ser rêyên taxan ku xirabûn tê de çêbûye û bandoreke neyînî li rehetiya ajotinê dike, xebatên nûkirin û çakkirinê dikin. Di çarçoveya xebatan de rêya Taxa Devranê ya navçeya Bismilê, rêya komî ya Baroglu-Malyazi-Konacik, rêya komî ya Dover-Susumlu, rêya komî ya Haydarikan a navçeya Karazê, rêya komî ya Selman-İncehıdır-Demirli, rêya komê ya Yuvayê, rêya komî ya Goktepe-Solmaz-Karabudakê ya navçeya Çinarê xebatên lêkirinê qediyan.

Li ser rêya gundê Taşkesenê, Aynalî ya çermûgê, Yuvacık, Akdoruk, Akçakesir, taxa Yaylaka Pasûrê û rêya komî ya Qasimliya Farqînê xebatên nûkirin û lêkirinê hatin kirin.

Li Çinarê xebatên asfaltkirinê hatin kirin

Li gel xebatên nûjenkirinê ekîb xebatên vekirina rêyên nû û asfaltkirina wan didomînin. Di çarçoveya xebatên asfaltkirinê de ekîban li navçeya Çinarê li ser Pira Selyazî ya Rêya Eskî ya Dêrikê xebatên asfaltkirinê bi dawî kirin.

Li Kayapinarê xebat dewam dikin

Li navçeya Kayapinarê xebatên qata 1emîn bi dawî bûn û li ser rêya koma Qereyakûb-Şadîyanê ya 7,8 kîlometreyî jî xebatên lêkirina rûyê 2emîn dewam dikin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30