'Bawerî û hêza me heye ku em li Amedê modelekê çêbikin'

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku pêwîst e li ser pirsgirêka xanî ya kesên feqîr û kêmdahat bi perspektîfeke nû tevbigerin û got, "Em dikarin li Amedê modelekê biafirînin, bawerî û hêza me heye.” Hevşaredar Dogan Hatun jî got ku hemû pirsgirêk bi aliyên eleqedar ên bajêr re dikarin bên çareserkirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî civîna bi navê “Amed, xizmetên herêmî û aqilê hevpar” a ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) ve li Otela Mîtannia hat lidarxistin bûn. Tevî Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun, hevserokên şaredariyên navçeyan û nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî civînê bûn. Di civînê de daxwaz û pêşniyarên der barê Plana Stratejîk a 5 salan a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye amadekirin jî hatin vegotin.

Hevşaredar Bucak: Em ê li hev kom bibin

Hevşaredar Bucak piştî pêşkêşiyê axivî, bal kişand ser zehmetiyên 5 salên ku ew ê tê de xizmetê bikin û bi bîr xist ku qeyûman di nava 8 salan de wêraniyeke mezin li bajêr kirine. Bucak destnîşan kir ku rûxandina 8 salan mijareke ku dem bi dem tê axaftin û girîng e pê were axaftin û wiha got: “Em ê di 5 salên pêş xwe de kombûnan bikin parçeyek ji xebatên xwe. Mekanîzmaya herî mezin a ku em bi hev re tiştekî bikin, ez kêfxweş im ku hûn hene. Di vê wateyê de em xwe bi hêztir hîs dikin. Em ê li hev kom bibin."

'Planên me yên stratejîk hene'

“Amed çi winda dike? Çima şêniyên herêmê winda dikin?” Di berdewamiya axaftinma xwe de Bucak bal kişand ser rola partiyên siyasî di rêveberiyên herêmî de. Bucak wiha dewam kir: “Em wisa difikirin ku divê em bi girîngî û ciddî nêzî her mijarên ku di kombûna îro de derketine holê. Hemû jî rasterast me hemûyan eleqedar dikin. Ev 3 meh û nîv e ku em bi gelek rêxistinên sivîl re hevdîtinan pêk tînin û di çarçoveya Plana Stratejîk de bi komên fokûsê re hatin cem hev. Li ser mijarên wekî jîngeha bajêr, çûnûhatin, jin, ciwan, astengdar, avahîsaziya qaçax, pirsgirêkên binesaziyê, bajarên jîr, xaniyên civakî, avahiyên terikandin, erdhej, karesat, têkoşîna li dijî tiryakê de planên me yên stratejîk hene. Hin xebatên me dest pê kirin. Wek rêveberiyên herêmî em rê li ber xebatên we vedikin, li cihekî ku pêşeng an jî li ser vî karî radiwestin, di aliyên cuda de piştgirî didin lê bi awayekî parçeyek ji vî karî ne. Ji bo vê jî divê em ji her demê bêhtir girîngiya rêveberiyên herêmî bixin rojeva xwe.”

'Pêdiviya bajêr bi nûvekirinê heye'

Bucak anî ziman ku bajar ji aliyê fizîkî û nifûsê ve her ku diçe mezin dibe û diyar kir ku plansaziya qadkirinê ya ku bi feraseta qezençkirina qeyûman hatiye çêkirin, gelek pirsgirêk derdixe holê. Bucak, da zanîn ku ew ê di nava 5 salan de bi şaredariyên navçeyan re polîtîkayeke nû ya herêman pêk bînin û got, “Ji ber vê yekê em girîngiyê didin ku bi ode û saziyên sivîl re bên cem hev. Vî bajarî pêdivî bi nûvekirinê heye.”

'Em ê hewl bidin Sûrê ji nû ve avedan bikin'

Bucak bi bîr xist ku pêvajoya xistina Sûrên Amedê di Lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê ya UNESCOyê de ye û bal kişand ser rûxandina sûr û Baxçeyên Hevselê. Bucak destnîşan kir ku sûrên dîrokî û Baxçeyên Hevselê ji Lîsteya Mîrateya Çandî ya Dinyayê tên derxistin û wiha got: "Di 5 salên pêş de yek ji xebatên herî girîng ew e ku Sûr ji nû ve avedan bibe û bibin avahiyên qeydkirî û ligel Çemê Dîcleyê bên parastin.”

'Em dikarin li Amedê modelekê çêbikin'

Bucak, diyar kir ku kesên kêmdahat û feqîr li çareseriya pirsgirêka xaniyan digerin û wiha got: “Li Baglarê pirsgirêka veguhertinê heye û piştî erdhejê jî krîz hene. Xerabiyên piştî erdhejê li Baglar, Şehîdlix, Huzurevleriyê û Fîskaya li navenda bajêr e. Divê em li ser pirsgirêka xanî ya mirovên xizan nêrînekê pêş bixin. Ez ji vir bangî her kesî dikim. Em dikarin li Amedê modelekê biafirînin, bawerî û hêza me heye ku em bikin."

Hevşaredar Hatun: Armanca me çareserkirina pirsgirêkan e

Hevşaredar Dogan Hatun diyar kir ku ew dikarin hemû pirsgirêkan bi aliyên pêwendîdar ên bajêr re çareser bikin û got, “Me ew hêza çareseriyê tecrûbe kir. Bajarê me ev çanda jiyana bi hev re û çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bi hev re ji dîroka xwe ya hezar salan mîras girtiye. Em dizanin ku pirsgirêkên bajarê me çi ne. Di heyama derbasbûyî de zirareke mezin a derûnî û aborî çêbûye. Lê belê, çareserkirina van pirsgirêkên giran dê vê pirsgirêkê ji holê rabike. Armanca me ne tenê dayîna deynan e, çareserkirina pirsgirêkên vî bajarî ye. Dema ku pirsgirêk çareser bibin êdî deyn namîne. Ji bo çareseriyê em ê biçin her derê.”

'Em navendeke koordînasyonê ya li dijî karesatan ava dikin'

Hatun diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî her cure felaketan navendeke koordînasyonê hat avakirin û wiha dewam kir: “Em ê li gorî wê plansaziya bajêr û mîmariya bajêr pêk bînin. Ji bo rûbirûbûna karesatê em ê navendeke ji bajêr mezintir ava bikin. Ew ê her tişt hebe, di nav de dezgeha agirkujiyê, bi hemî alavên xwe. Ev navend dê di heman demê de xwedî kapasîteya bersivdayina karesatên li parêzgehên derdora me be."

'Em li ser Çemê Dîcleyê dixebitin'

Hatun, anî ziman ku çemê Dîcle bê statû û bêkêr hatiye hiştin û got, “Em ji bo vê jî dixebitin. Ji vê derê re UNESCO dibêje 'Herêma Peyzaja Çandî'. Ev ji bo me firsendek e ku em xwedî lê derkevin. Ji bo vê xebateke dîplomatîk a cidî dixwaze. Li derdora Pira Dehderî gelek qehwexane hene, ew herêm dagir kirine. Divê çareseriyek ji vê pirsgirêkê re bê dîtin.”

'Wezîr bi me re hevdîtin nekir'

Hatun bi bîr xist ku Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Murat Kurum rojên borî hat bajêr û li ser herêmên erdhejê civîna koordînasyonê li dar xist û wiha got: “Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê hat bajêr û civînek li dar xist. Me xwest ku em wî bibînin, lê wî nekir. Got 'Em ê Fîskaya û Benusenê hilweşînin' lê çima kavilên li ber hilweşînê û welê hatine hiştin hilnaweşîne? Lê divê wana bidin şaredariyê, em dikarin wan hilweşînin û ewlehiya gelê xwe misoger bikin."

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

 

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30