Şaredariyê li 20 hezar kesî Aşûre belav kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çalakiya ku bi beşdariya Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun li 6 nuqteyên cuda yên bajêr hat lidarxistin, li 20 hezar kesî aşûre belav kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi boneya meha Muheremê li gelek deverên bajêr çalakiyên Aşûreyê li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyê de li Qada Deriyê Çiyê, Parka Koşuyolu, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, Nexweşxaneya Jin û Xwedêdanê, Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û Ben û Senê stand hatin vekirin. Di çalakiya ku rastî eleqeyeke mezin hat, li 6 noqteyên cuda Aşûre li 20 hezar kesî hat belavkirin.

Hevşaredaran li Meydana Deriyê Çiyê aşûre belav kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û nûnerên saziyên sivîl beşdarî çalakiya li Meydana Deriyê Çiyê bûn. Piştî ku duaya Aşûreyê hat xwendin, Hevşaredaran û nûnerên saziyên sivîl Xwarina Aşûreyê li welatiyan belav kirin.

Herweha Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk jî beşdarî çalakiya Aşûreyê ya li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl bû.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30