Zarok bi Atolyeya Kodkirina Robotîk ji bo siberojê xwe amade dikin

Perwerde li Atolyeya Kodkirina Robotîk a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye vekirin, ji bo zêdekirina qabiliyetên zarokan ên wek afirînerî, nûjenî û karsaziyê û ji bo zarokan ji bo siberojê amade bike, dewam dike.

Atolyeya Kodkirina Robotîkê ya ku li Navenda Mala Zanînê ya Selahaddîn Eyyûbî ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ya di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de ye, perwerdehiya xwe tevahiya salê dewam dike.

Atolyeya ku 150 xwendekar ji bo demsala havînê qeydkirî bûn, STEM, Kodkirina Robotîk, bikaranîna çapera 3D, sazkirina çerxa elektronîkî û perwerdehiya sêwiranê dide.

Zarokên di navbera 8 û 14 salî de beşdarî perwerdeyê dibin û her roj di navbera saet 8.00-17.00an de perwerde dewam dike.

Ji dêûbavan re semînera agahdarkirinê hat dayîn

Herweha dê û bav jî ji bo ku bi berdewamî beşdarî perwerdeyê bibin û agahiya ku xwendekar distînin daîmî bibin beşdarî bernameyê bûn. Di vê çarçoveyê de derbarê perwerdeyê de semînereke agahdarkirinê ji bo hişyarkirina dê û bavan hate lidarxistin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30