Zarokan serdana Navenda Lênihêrîna Heywanan kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo hezkirina sewalan di nava zarokan de biçîne, seferek ji bo Mala Lênêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê li dar xist.

70 zarokên ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan a Daîreya Xizmetên Civakî ve bi dirûşmeya "Jiyan mafê me ye" ji bo hişyariya civakî hatin hildan, beşdarî sefera Mala Lênêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê bûn.

Zarok bi agahiya beytarên ku li stargehê dixebitin li ser cureyên ajalan, şert û mercên jiyanê yên ajalan û prosedurên ku li stargehê tên kirin guhdarî kirin, kêfxweş bûn û mafên heywanan hîn bûn.

Bi sedan sewal tên xwedîkirin û dermankirin

Li Mala Lênêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê ya ku di bin banê Midûriyeta Xizmetên Tenduristiyê de xebatên xwe didomîne, bi sedan sewalên hewcedarê lênêrînê lê hene. Heywanên ku lênihêrîn û tedawiya wan biqede, piştî ku şert û mercên guncav peyda bibin an bo çolê têne berdan an jî bo stargehê tên wergirtin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30