DÎSKÎ pîvankên avê yên kevinbûyî bêpere diguherîne

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku pîvankên avê durist bixebitin, pîvankên avê yên ku 10 sal kevin bûne û umrê xwe yê bikaranînê  temam kirine, diguherîne.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê bi Qanûna Pîvandin û Verastkirinê ya bi hejmara 3516an ve bi guherandina pîvankên ku 10 salên xwe temam kirine, ji bo aboneyan mexdûr neke û zirarê nede şîrketan, diguherîne.

630 pîvank hatin nûkirin

Di çarçoveya xebatên nûkirinê de ekîban li ser serlêdanên welatiyan ji 1ê Nîsana 2024an pê ve 630 pîvank li seranserê bajêr nû kirin.

Heqê lênêrînê û tamîrkirinê: 185 TL

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji aboneyan tu heqê pîvankê nagire. Her wiha welatiyên ku dixwazin saeta xwe ya avê biguherînin dê bi serîlêdana Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê û 185 lîreyî heqê lênêrînê û temîrkirinê jî karibin meteryalên xwe nû bikin.

Hedef 5 hezar pîvankên nû ye

Di çarçoveya bernameya xebatê de ekîb dê heta dawiya salê bi qasî 5 hezar pîvankên avê nû bike û bersivê bide vê pêdiviya xelkê.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30