HevÅŸaredar Bucak hewza jinan vekir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Yenîşehrê Karakoprû (Fîdanlikê) hewza jinan a ku hat nûkirin vekir. Bi vekirinê re kursa melevaniyê bi beşdariya 90 jinan hat destpêkirin.

Hewza jinan a ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve li Karakopru (Fîdanlik) ya navçeya Yenîşehîrê hat nûkirin, hat vekirin. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, Cîgira Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk, serokên daîreyan û endamên meclîsê beşdarî vekirinê bûn.

Piştî vekirinê Hevşaredar Bucak bi jinan re sohbet kir û tesîs lêkolîn kir.

90 jin ji dersên melevaniyê sûd werdigirin

Bi vekirinê re Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê serlêdanên taxên dezavantaj ên bajêr nirxand û ji 29'ê Tîrmehê ve kursa melevaniyê da destpêkirin. 90 jinên ku serî li Navenda Jiyana Jinê ya Lalebey, Mêrdînkapî û Benusenê ya di bin banê Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de dan, dê ji kursa melevaniyê ya 5 hefteyî ya ku dê ji aliyê perwerdekarên pispor ve ji jinan re bê dayîn, sûdê wergirin.

Kursa melevaniyê wê di meha Îlonê de bi hîndekarên nû dewam bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30