Şandeya Partiya Saadetê serdana Hevşaredaran kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, endamê Lijneya Îdareya Giştî ya Partiya Saadetê Muammer Bilgiç û heyeta pê re pêşwazî kirin.

Endamê Lijneya Îdareya Giştî ya Partiya Saadetê (SP) Muammer Bîlgiç, Serokê Giştî yê SPê yê Amedê Abdurrahman Ergîn û endamên lijneyê hatin serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun.

Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredaran bi Bîlgîç û heyeta pê re hevdîtinek pêk anîn.

Hevşaredaran kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman, Bilgiç û şandeya pê re di erk û wezîfeya xwe de ji Hevşaredaran re serkeftin xwestin.

Di serdanê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk ligel Hevşaredaran amade bû.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28