Hevşaredaran banga Passolîgê ji alîgirên Amedsporê re kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, diyar kirin ku kesê qeyda xwe li Passoligê neke nikare li stadyumê li maçê temaşe bike û bang li alîgirên Amedsporê kirin ku karta Passoligê bistînin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li ber Amedstore ya li Ceylan Karavîl AVM’ê ji bo alîgirên Amedsporê qeyda xwe ya Passolig bikin daxuyanî dan.

Bucak: Li stadyumê bêyî karta Passoligê temaşekirina maçê ne mimkûn e

Hevşaredar Bucak diyar kir ku Amedspor di sezona futbolê ya 2024-2025an de dê di Lîga 1emîn de têbikoşe û wiha bang li alîgirên Amedsporê kir: “Hevalên ku ji bo Amedsporê dilxwazin, ji niha û pê ve ji bo temaşekirina maçên xwe pêwîstiya wan bi karta Passolîgê heye. Bêyî karta Passoligê tu alîgirê Amedsporê nikane li stadyumê li maçê temaşe bike. Ji bo vê yekê ji îro pê ve em bangî hemû alîgirên Amedsporê û hemû dostên ku ji bo tîmê dilxwazin bila karta Passoligê bistînin. Me îro kartên xwe yên Passolîgê wergirtin û bi saya kartên xwe yên Passolîgê em ê karibin tevahiya sezonê li hemû maçên Amedsporê temaşe bikin. Wekî din em ê nikaribin temaşe bikin. Ji ber vê yekê divê hûn jî karta Passoligê bistînin û piştgiriyê bidin Amedsporê. Em dikarin hêz û piştgiriya Amedsporê bi kartên Passoligê yên ku hûn bistînin nîşan bidin. Em ji we hemûyan re sezona futbolê ya baş dixwazin.”

Hevşaredar Hatun: Ji bo piştgiriyê bidin Amedsporê bila Passoligê bikirin

Hevşaredar Hatun diyar kir ku Amedspor îsal sezoneke baş derbas kir û derket Lîga 1. û got, “Divê hûn di lîga 1ê de werin maçên Amedsporê. Ji bo vê yekê hewce ye ku hûn Passoligê bistînin. Bêyî passolîg kes nikare bikeve stadyumê û kes nikare maçê temaşe bike. Werin em ji bo bajarê xwe Passoligekê bistînin, ji bo Amedspora xwe piştgirî bikin, piştgiriyê bidin bajarê xwe. Me îro serdana firoşgeha Amedsporê a Ceylan AVMê kir. Hûn dikarin karta xwe li vir an ji malpera Passoligê bikirin. Em bang li hemû alîgirên Amedsporê yên cîhanê dikin: Passolig bistînin. Werin em îsal piştgirîyê bidin Amedsporê û bi hev re derkevin Lîga Super. Werin em bi hev re hemû maç temaşe bikin. Em bi hev re piştgirî bidin Amedsporê, em bi hev re ji Amedsporê hez bikin.”

Hevşaredaran kartên xwe yên Passolîgê wergirtin

Piştî daxuyaniyê Hevşaredaran qeydên xwe tomar kirin û kartên xwe yên Passoligê wergirtin. Serokê Lijneya Şêwirmendiya Bilind a Amedsporê Burç Baysal û endamên lijneyê formayên Amedsporê yên ku navên wan li ser hatibûn nivîsandin, diyarî Hevşaredaran kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30