Li 13 navçeyan perwerdeya kontrolkirina xwarinê hat dayîn

Koordînasyona Kontrola Xwarinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku ji bo welatî bigihêjin xurekên saxlem û paqij hat avakirin, piştî perwerdeya teorîk li 13 navçeyên derakî, 300 cihên kar kontrol kirin û li ser kar perwerdeya xebatê organîze kir.

Koordînasyona Kontrola Xwarinê ya ku ji aliyê Yekîneya Xwarinê ya Midûriyeta Karên Tenduristiyê û şaredariyên navçeyan ve hatiye avakirin, bi qedandina perwerdeya xwe ya teorîk a li ser kontrolkirina xurekan, kontrolên xwe yên li gundan didomîne. Ekîban li 13 gundan 300 cihên kar kontrol kirin û bi awayekî pratîkî ji yekîneyên li navçeyan re çawaniya vekolînên xwe vegotin.

'Armanca me ew e ku welatî bigihêjin xwarinên saxlem'

Serokê Serokatiya Daîreya Tenduristiyê Abdulvahap Saçakli destnîşan kir ku gihandina xwarinên bi ewle mafê herî bingehîn a welatiyan e. Saçakli diyar kir ku Koordînasyona Kontrola Xwarinê di vê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşîne û wiha got: “Ji bo welatiyên me bigihêjin xwarinên bi tendurist, yekîneya me ya xwarinê li 4 navend û 13 navçeyan ekîbên koordînasyona xwarinê ava kirin. Armanca ekîbên me yên koordînasyona xwarinê ew e ku hevwelatiyên me bigihîjin xwarinên saxlem û rê li ber xwarinên ku dema wan derbas bûye bigirin. Beriya her tiştî me ji bo perwerdehiyê civînek li dar xist. Piştî perwerdeyê hevalên me yên xwedî tecrûbe ji bo perwerdeyê çûn 13 gundan û perwerdeya pratîk dan.”

'Li 300 kargehan bi armanca perwerdehiyê kontrol hatin kirin'

Saçakli bi bîr xist ku ev xebateke cara ewil e û wiha got: “Li 13 navçeyan kontrolên perwerdehiyê yên li ser kar hatin kirin. Di qonaxa yekem de serdana 300 dikandar hatin kirin. Em difikirin ku hejmara van zêde bikin."

Li ser paqijiyê lihevkirin tune

Saçakli, diyar kir ku ew hişyariyên cidî didin esnafan û wiha dewam kir: “Em esnafê ku em serdana wan dikin derbarê paqijiyê de hişyariyên cidî didin. Em teqez dixwazin di vê mijarê de hestiyar bin. Ji ber ku ger hawîrdoreke paqijî nebe, xwarina saxlem jî namîne.”

Li tevahiya bajêr 8 hezar cihên kar dê bên kontrolkirin

Ekîbên ku di nava 4 mehên dawîn de li seranserê bajêr zêdetirî 4 hezar cihên kar kontrol kirin û hişyariyên pêwîst kirin, armanc dikin ku heta dawiya salê 8 hezar ciyên kar kontrol bikin, kêmasiyên di tendurustî û paqijiya xurekan de li tevahiya bajêr kêm bikin û hişyariyekê çêbikin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30