Çalakiya moralê ji bo welatiyên umirborandî

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatiyên ji 60 salî mezintir çalakiya moralê li dar xist. Di bernameya ku dengbêjan klamên xwe gotin de welatiyan demeke xweş derbas kir.

Midûriyeta Şaxa Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo piştgiriya welatiyên extiyar û bêyî ku ji civakê bên îzolekirin jiyana xwe bidomînin, xebatên xwe didomîne.

Ekîbên ku di vê çarçoveyê de dixebitin li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ji bo welatiyan çalakiyek li dar xist. Di bernameya ku bi xwarinê dest pê kir de, Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Serkan Demîrkiran eleqeyeke germ nîşanî welatiyan da.

Di konsera ku Dengbêjan klamên xwe gotin de ji welatiyan re şerbeta rihanê hat pêşkêşkirin. Welatiyên extiyar di çalakiyê de bi kêfxweşiya ku rojek cuda derbas kirin kêfxweş bûn.

Midûriyeta Şaxa Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran welatiyan bi tenê nahêle

Navend ku di serî de armanc dike ku xizmetê bide hevwelatiyên umirborandî an jî bê dahatûya wan, ji her welatiyê 60 salî û mezintir ku li Amedê dijîn, bêyî ku asta wan a sosyo-aborî çi be, dikare wekî endam bêpere sûd werbigire.

Armanca navendê hêsankirina jiyana rojane ya hevwelatiyên temenmezin, piştgiriya wan li malê û misogerkirina jiyaneke bi tendurist e. Navenda ku malên welatiyan paqij dike, çalakiyên civakî yên wekî geşt, pîknîk û dengbêjan, her wiha fîzyoterapî û alîkariyên din li dar dixe.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30