Şewata li 2yemîn Sîteya Pîşesaziyê hat vemirandin

Ekîbên îtfaiyeyê bi koordîneya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, midaxaleyî şewata ku li li 2yemîn sîteya Pîşesazîyê ya li Yenîşehrê derketibû kir û şewat hat vemirandin.

Li Taxa Sanayî ya navçeya Yenîşehîrê di kargeheke ku li Kolana 39emîn a Sanayiyê ya 2emîn de ye şewat derket. Şewata ku sedema wê nehat zanîn zû mezin bû û li cihên kar ên derdorê belav bû. Li ser agahiyê îtfaiye hat cihê şewatê. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û endamên meclîsê jî piştgirî dan xebatên vemirandinê yên ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun koordînekirî.

Tankerên avê yên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) û Midûriyeta Park û Baxçeyan jî piştgirî dan xebatên vemirandinê ku 10 wesayît û 45 xebatkarên girêdayî Îtfaiyeyê beşdar bûn.

Agir hat vemirandin

Şewata ku di saet 16.30an de dest pê kir û sedema wê nehat zanîn bi mudaxeleya lezgîn a îtfaiyeyê di demeke kurt de hat vemirandin.

Tîmên zabiteyan tedbîr girtin

Piştî şewata ku li kargeha ku rûnên maden û parçeyên îsotê difroşin derket û piştre li 3 kargehên din belav bû hat vemirandin, ekîbên zabiteyan li herêmê tedbîrên ewlehiyê girtin.

Piştî şewat hat vemirandin ekîbên agirkujiyê xebatên sarkirinê kirin û ji bo tespîtkirina sedema şewatê dest bi xebatê kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30