Ji DÎSKÎyê li 15 hezar û 138 navnîşanan teftêşa ava vexwarinê

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di nava 2 mehan de li 15 hezar û 138 navnîşanan sehetî kirin û 955 navnîşanên ku ava vexwarinê ji xeynî armanca wan tê bikaranîn tesbît kir û rêkarên qanûnî yên pêwîst pêk anîn.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku ava vexwarinê bê kêmasî were kaniyên malan xebatên xwe didomîne. Bi taybetî di mehên havînê de ji ber avdana rez, baxçe û qadên hêşîn, li tevahiya bajêr vexwarina avê zêde dibe. Ekîbên DÎSKÎyê ji bo ku însan dema ava vexwarinê bi kar tînin mexdûr nebin, çavkaniyan bi bandortir bi kar bînin û ji bo ku av derî mebestî neyê bikaranîn, dixebitin.

Di 2 mehan de li 15 hezar û 138 navnîşanan sehetî hatin kirin

Di vê çarçoveyê de di nava 60 rojên dawî de li 15 hezar û 138 navnîşanan kontrol hatin kirin û 955 navnîşanên ku ava vexwarinê ji bilî mebestê dihate bikaranîn hatin tespîtkirin. Di vê derbarê de welatî derbarê parastina çavkaniyên avê de agahdar kirin. Her wiha ji bo 300 mal û kargehên ku ava bê saeta avê bikar tînin jî prosedurên têkşikandina abonetiyê hatin destpêkirin.

Li 141 cihan nebaş bikaranîna avê hat tesbîtkirin

Di nav navnîşanên ku hatine kontrolkirin de 2 hezar û 100 cih hene. Ekîban tesbît kir ku di 141 ciyan de ava vexwarinê ya xerab hatiye bikaranîn. Tîmên cûrbecûr cezayên cuda li ser cihên ku bûne sedema beradayîçûna avê, sepand.

Kontrol dewam dikin

Ekîbên DÎSKÎyê li cihên kar ên bazirganiyê yên wekî kargeh, salonên dawetan, kafe, stasyonên sotemeniyê û qadên wek zevî, rez û bexçeyan li dijî bikaranîna bê mebest a ava vexwarinê kontrolan didomînin.

Şerîfoglu: Divê welatî bo bikaranîna ava vexwarinê hestiyartir bin

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglu bang li welatiyan kir ku derbarê bikaranîna avê de hestiyar bin û wiha got: “Bikaranîna ava vexwarinê û ya malê ji bo armancên ji bilî mebesta wê, mezaxtina avê zêde dike, dibe sedema kêmbûna avê û dibe sedema gazindên welatiyan. Li hemberî vê rewşa ku bi gelemperî di mehên havînê de rû dide, ji bo her kesî girîngiyeke mezin e ku welatî baxên xwe bi ava vexwarinê av nedin. Bi taybetî welatiyên gundan divê di avdana rez û baxçeyan de hestiyartir bin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30