Hevşaredar Hatun: Em ê Parka Jiyana Civakî ji nû ve têxin meriyetê

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun ku li navçeya Yenîşehîrê Parka Jiyana Civakî û Qada Bêhnvedanê lêkolîn kir, diyar kir ku ew ê tesîsan nûjen bikin û bixebitînin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, li navçeya Yenîşehîrê li qeraxa Çemê Dîcleyê Parka Jiyana Civakî û Qada Bêhnvedanê ya Karakopruyê ku bi tevahî ji 201 hezar metrekare pêk tê, seh kir. Hevşaredar Hatun ku li tesîsên li parkê geriya, Alîkarên Sekreterê Giştî Reşat Bakan û Azîz Ozdogan û serokên daîreyan jî pê re bûn. Hevşaredar Hatun qadên futbol, voleybol, basketbol, komên lîstikên zarokan, rêyên meşê, tenîs û tesîsên ku bêkar mane saxtî kir.

Hevşaredar Hatun: Em ê tesîsan bixebitînin

Hevşaredar Hatun diyar kir ku Parka Jiyana Civakî û Qada Bêhnvedanê bêkar mane û wêran bûne, ji bo nûjenkirina tesîsên civakî, werzîşî û komên lîstika zarokan û çalakkirina wan, yekîneyên têkildar wezîfedar kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30